Yekitiya Şaredariyan a Cizîrê xebatên xwe yên salekê nirxandin

Yekitiya Şaredariyan a kantona Cizîrê di civîna xwe ya salê de xebatên xwe nirxandin û diyar kir ku ji eslê 303 xebatan ji sedî 60 pêk anîne, ji sedî 20 jî di pêkanînê de ne û ji sedî 20 jî nehatin pêkanîn.

1 kanûn, 2025   18:07
QAMIŞLO

Yekitiya Şaredariyan a kantona Cizîrê civîna xwe ya salê, bi amadebûna heverokên şaredariyan û komîteyên kantonê, li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê li dar xist. Di civînê de rewşa rêxistinî hat nîqaşkirin û rêjeya pêkanîna projeyên sala 2025'an hat şopandin.

Hejmara şaredariyên li kantonê 56 e.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen diyar kir ku projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e, ew projeke zelal û şefaf e. Hesen anî ziman ku ev proje bi tu formeke siyasî ya siberojê re weke fedralî yan jî dewleta nenavendî re ne asteng e, ger ku mafên tevahî pêkhateyên misoger bibin.

Piştre rapora salê ya 2025'an hat xwendin. Di raporê de xebatên di beşên av, kanalîzasyon, rê, ronîkirin û paqijiya giştî de hatine pêkhatine hatin diyarkirin.

Nûnerên komîteyên xizmetguzariyê bal kişand ser zehmetiyên girêdayî dabînkirina avê yên ji ber xerabbûnên dubare di xetên toran de û diyar kir ku pêwîstî bi danîna plana çaksazîkirina berdewam a bîr û stasyonan, berfirehkirina xebatên girêdana di navbera taxan de, heye.

Di çarçoveya başkirina jîngeha xizmetguzariyê de, hevserokên şaredariyan hin pêşniyar kirin, weke; lidarxistina hemleyên paqijiyê bi hevkariya şaredariyên derdorê re, danîna mekanîzmayeke mayînde û demdirêj ji bo çareserkirina pirsgirêka çopgehên bêserûber, sererastkirina rêyên herî zêde zirar dîtine, şopandina qîrkirina rêyan û pêşxistina rêyên gundewaran, ronîkirina deverên hewcedar bi rêya çirayên li ser enerjiya tavê dixebitin û nûkirina torên kevin.

Di raporê de rêbazên pêşxistina kadroyên pîşeyî û îdarî bi rêya perwerdeyan û çalakkirina rola komîteyên meydanî ji bo şopandina rojane, hatin pêşkêşkirin.

Civîn bi hin pêşniyaran bi dawî bû, ku wê piştre di Konferansa Yekitiya Şaredariyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de werin pêşkêşkirin û wiha ne:

· Şaredarî wekî komûn were pênasekirin û hemû komîn bi awayekî rasterast bi şaredariyê ve girêdayî bin û bi vî awayî beşdariya gel di biryardayînê de zêdetir dibe.

· Demokratîkkirina mekanîzmaya çavdêriyê bi rêya saziya serbixwe ya jimaryariya darayî û rêveberî ji bo geşekirina şefafiyek û lêpirsînê.

· Pêkanîna edaletê di belavkirina budçeyan de bi xwespartina li pêşniyarên komîn û hewcedariyên herêman, ne li gorî hejmara şêniyan.

· Berevaniya dahatên Şaredariyan û mafê wan hebe ku di bin çavdêriya meclisên şaredariyan de bi kar bînin.

· Damezrandina daîreyeke taybet bi çand û hunerê li her şaredariyekê ji bo derxistina nasnameya xwecihî û aktîvkirina çalakiyên civakî.

·Pêşxistina nasnameya şaristanî û diyagrama stratejîk a her bajarekî, ku bi dîrok û rewşa wê re bigunce, û Qamişlo weke sembola şaristanî û Dêrik weke navenda jîngehê werin destnîşankirin.

· Avakirina komîteya sazkirina qanûna nû ya şaredariyan li gorî karê civakî da ku piştre ew qanûn ji Meclisa Gelan re were rakirin.

Ji çalakî û xebatên ku Yekitiya Şaredariyan di 2025ˊan de kirine ev in: Di raporê de hat diyarkirin ku yekitiyê di 2025'an de nêzî 303 xebat dane pêşiya xwe, lêçûna wan 11 mîlyon û 111 hezar û 466 dolar bû. Ji sedî 60 ji wan xebatan pêk hatine, ji sedî 20 di pêkanînê de û ji sedî 20 jî nehatine pêkanîn. Li kêlek 56 şaredariyan, 11 daîreyên avê, 30 stasyonên avê û şêrînkirinê, 150 depo û 3 kargeh hene.

Di dawiya civînê de hat gotin ku yan bi rêya lênûskên tenduristiyê yan jî bi rêya şertên parastina wan a tenduristî, piştgiriya endamên şaredariyan were kirin.

(mh/fr)

ANHA