YRA: Werin em bibin dengê Kobanê

Meclisa YRA’yê ya kantona Firatê îşaret bi dorpêça li ser Kobanê kir û bal kişand ser birîna înternetê û diyar kir “Werin em hemû bibin çapemeniya Kobanê, em bi hev re eniya ragihandina azad ava bikin ku heqîqetê û mafê gelan ê jiyanê biparêze, sûc û tawanan aşkera bike.”

YRA: Werin em bibin dengê Kobanê
25 ÇILE, 2026   15:40
KOBANÊ

Meclisa Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) ya kantona Firatê der barê dorpêç û êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li Kobanê daxuyaniiyek da.

Daxuyanî bi amdaebûna rojnamvanên kantonê ji aliyê rojnamevan Leyla Ebdî û Mihemed Mistefa ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Di wexteke girîng a dîroka herêmê de, li ber çavên cîhanê, bajarên Rojava, di serî de bajarê Kobanê ji aliyê çekdarên bi ser hikumeta veguhêz yên bi piştgiriya dewleta Tirk ve, rastî êrişên sîstematîk tên. Li rex wê jî siyaseta dorpêçkirinê, qutkirina elektrîk, av û înternêtê di asteke bilind a sûcên şer û jenosîdê de berdewam dike.

Tişta ku îro li Kobanê dibe ne pevçûneke leşkerî ye, lê belê êrişeke sîstematîk li ser bingeha îzolekirina bajarekî ji dinyayê, birçîkirina xelkên wê û wek nêçîrekê rûbirûyî mirinê bihêlin. Ev yek jî binpêkirineke rasterast a hemû zagon û peymanên navneteweyî û mirovî ye.

 ‘HELW DIDIN VÎNA GELEKÎ KU DOZA MAFÊ JIYANA BIRÛMET DIKE BIŞIKÎNIN

Zarok, jin û temenmezin di van şertên zivistana zehmet de tên dorpêçkirin. Derman, xwarin, sotemenî, av û elektrîk li ser wan tên birîn ku vîna gelekî tenê dawa mafê xwe yê jiyana birûmet û azadiyê kiriye, bişikînin.

Dewama êrişên li ser herêma Cizîrê û bajarê Kobanê, şerekî qirkirinê yê birêkûpêk e, armanc jî têkbirina destkeftiyên gelekî ye ku li dijî terorê pêşengiya parastina mirovahiyê kiriye. Lewre, çi karasatên mirovî di encama bilindkirina asta êrişan de derkevin, aliyên sûcdar berpirsyar in.

 ‘TEVÎ SIVÎLAN ROJNAMEVAN JÎ DIBIN HEDEF

Li kêleka sivîlan, rojnamevanên Kobanê jî tên hedefgirtin û gefa kuştinê li wan tê xwarin. Li hember wan binpêkirinên mezin tên kirin ku dengê azad bibirin û rastiyê binixumînin. Birîna înternetê li ser bajar sûcekî din e ku armanca wê jî; nehêlin rojnamevanên Kobanê dengê gelê dorpêçkirî û komkujiyên li hember zarok, jin û temenmezinan bigihînin raya giştî ya cîhanê.

Bêdengiya civata navneteweyî li hemberî van tawanan nayê bexşandin, di heman demê de sîwaneke xeternak a dewama xwînrijandinê ye. Bêdengî ne bêalîbûn e, lê belê hevkariya sûc e.

Ji ber vê berpirsyariya me ya exlaqî û pîşeyî, em Yekitiya Ragihandina Azad vê banga lezgîn ji bo civata navneteweyî û hemû saziyên wê, Koalîsyona Navneteweyî ya Şerê li dijî DAIŞ`ê, Neteweyên Yekbûyî û Meclisa Mafê Mirovan, hemû sazî û dezgehên ragihandinê, sendîka û yekitiyên çapemeniyê yên li cîhanê dikin:

Derhal bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û van êrişan rawestînin, dorpêça li ser Kobanê rakin, misogerkirina parastina sivîl û rojnamevanan, bê şert û merc garantiya gihandina alîkariyên mirovî û hesab ji berpirsên sûcên li hember bêgunehan hatine kirin, were pirsîn.

KOBANÊ BI TENA SERÊ XWE LI HEMBER MAŞÎNEYA KUŞTINÊ HATIYE HIŞTIN

Kobaniya ku dinya ji terorê rizgar kiriye û nirxên mirovahiyê parastine, îroj bi tena xwe li hember maşîneye kuştin û dorpêçê hatiye hiştin. Rê nedin ku heqîqet were binaxkirin û nehêlin xwîna bêgunehan bibe nûçeyeke ji rêzê.

Em Yekitiya Ragihandin Azad tekeziyê li pabendiya xwe dikin ku bibin deng û peyva azad û kameraya dilsoz a Kobanê. Werin em hemû bibin çapemeniya Kobanê, em bi hev re eniya ragihandina azad ava bikin ku heqîqetê û mafê gelan ê jiyanê biparêze, sûc û tawanan jî aşkera bike.

 ‘WERIN EM DENGÊ XWE BILIND DIKIN

Werin em bibin pira ku azaran digihîne wijdanê cîhanê û berî ku komkujiyên nû werin kirin ku dîrok dê efû neke, em dengê xwe bilind bikin.

Şer rawestînin.

Dorpêçê rakin.

Kobanê rizgar bikin.

Rojava rizgar bikin.”