Dîmenên wêraniya li bajarê Siwêdayê hatiye

Kamêraya ajansa me, wêraniya li bajarê Siwêdayê di encama şer û êrişan de hatiye, belge kir. Gelek mal û dikan hatine şewitandin û binesaziya bajêr wêran bûye.

Dîmenên wêraniya li bajarê Siwêdayê hatiye
Dîmenên wêraniya li bajarê Siwêdayê hatiye
Dîmenên wêraniya li bajarê Siwêdayê hatiye
Dîmenên wêraniya li bajarê Siwêdayê hatiye
Dîmenên wêraniya li bajarê Siwêdayê hatiye
23 tîrmeh, 2025   17:31
SIWÊDA

Nûçegihanê me li Siwêdayê, dîmenên bajarê Siwêdayê parve kirin ku wêraniya li bajêr di encama şer û êrişan de hatiye, xuya dikin. Şaristaniya bajêr bûye kavil, şênî koçber in û rewşa mirovî xirab e. 

Ji dîmenan, xuya dibe çawa mal, dikan hatine şewitandin, milkên şêniyan hatine dizîn, binesaziya bajêr, torên kehrebe, avê û pevgihandinê bi temamî wêran bûne.

Ji 13`ê mehê ve li Siwêdayê êriş û şer didomin. Di encamê de hezar û 339 kes hatine kuştin. Di nav wan de 196 kes di cih de hatine tesfiyekirin. Ruxmî ev sê roj e agirbest hatiye ragihandin, lê şer dem demê li rojavayê Siwêdayê derdikeve. Beşek ji hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û çekdarên “hêzên êlan” ên girêdayî hikumetê ji bajêr vekişiyane.

Ji bo naskirina sûcên li bajêr hatine kirin û hesab ji aliyên ku destê wan di şer û êrişan de hene bê pirsîn, edalet û însaf ji mexdûran re were bidestxistin û rê li pêşiya komkujiyan bê girtin, ji bo vekirina lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe bi rêya komîteyeke navneteweyî ya pispor bangewazî hene.

(şx)