Yekitiya Mamosteyan û hempîşeya wê ya Almanyayê rêbazên hevkariyê gotûbêj kirin

Bi beşdariya Yekitiya Mamosteyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekitiya Perwerdeya Almanyayê li bajarê Kolnê yê Almanyayê panelek diyalogê hat lidarxistin. Di panelê de bal li ser damezrandina Yekitiya Mamosteyan a herêmê û rola wê ya girîng di pêşxistina perwerdehiyê li herêmê de hate kişandin.

Yekitiya Mamosteyan û hempîşeya wê ya Almanyayê rêbazên hevkariyê gotûbêj kirin
12 hezîran, 2025   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (çarşemê), li bajarê Kolnê yê Almanyaya bi beşdariya Yekitiya Mamosteyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekitiya Perwerdeya Almanyayê panelek diyalogê organîze kir. Di panelê de mamoste û kesên bi perwerdeyê re eleqedar dibin, amade bûn.

Di panelê de bal li ser avabûna Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rola wê ya girîng di pêşxistina perwerdeyê li herêmê de ji dema damezrandinê heta roja îro ve, hat kişandin. Nûnera yekitiyê, Nesrîn Reşk li ser mekanîzmaya xebata yekitiyê, armancên wê, xizmetguzariyên ji endamên xwe re dabîn dike, bi taybet digel zehmetiyên ku herêmê pê re rû bi bû ye, axivî.

Her wiha di panelê de li ser proseya perwerdehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û zehmetiyên siyasî, civakî û aborî yên pê re rû bi rû ne ku yekser bandorê li berdewama perwerdehiyê û kalîteya wê dike, hate gotûbêjkirin. Beşdaran jî girîngî da hewldanên zêde û pêşxistina rêbazên piştgiriyê ji bo misogeriya berdewama proseya perwerdehiyê ruxmî şert û mercan.

Di dawiyê de, beşdaran nêrînên xwe anîn ziman. Beşdaran pirs û rapirsên xwe yên curbicur pêşkêş kirin û ji hêla nûnera yekitiyê ve bi zelalî û şefafiyetekê hatin bersivandin.

(fr)