Li dijî êrişên ser gerîlayan KCDK-E’ê bang kir: Dakevin qadan

KCDK-E daxuyand ku dewleta Tirk tevî agirbestê jî "her cûre" êrişên xwe yên li ser gerîlayan didomîne û bang li Kurdan û dostên wan kir ku dakevin qadan.

Li dijî êrişên ser gerîlayan KCDK-E’ê bang kir: Dakevin qadan
12 hezîran, 2025   19:28
NAVENDA NÛÇEYAN

KCKD-E der barê êrişên artêşa Tirk ên li ser gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî da. KCKD-E’yê ev tişt parve kir: "Tevî pêvajoya agirbestê ya ku di 1’ê Adarê de hatiye ragihandin heye jî, êrîşên li ser herêmên gerîla yên li herêmên Zap û Metînayê bi dijwarî didomin. Tevî ku gerîlayên azadiyê agirbestê bi cih tînin jî, baregeh hatine dorpêçkirin û bi armanca tunekirinê êrîş têne kirin."

Daxuyanî wiha dom kir: "Ev êrîşên ku bi giranî berxwedêrên tunelan hedef digirin û bi armanca wan ji holê radikin tên kirin, di rojên dawî de gihîştine lûtkeyê. Armanca wan ew e ku bi teqemeniyên wêranker, gazên kîmyewî û dronên tijî teqemenî tunelan hilweşînin û tune bikin.

Bi van êrîşan re aştiya ku Rêber Apo hewl dide pêş bixe û biryarên Kongreya 12’emîn hedef tên girtin û hewl tê dayîn ku wan têk bibin. Hişmendiya ku şer û komkujiyê derdixe pêş, tu pîvanên exlaqî pêk naynin. Armanca wan ew e ku pêvajoya aştiyê sabote bikin.

Bi vê wesîleyê, em bang li hemû alîgirên aştî û çareseriya rastîn in dikin ku helwestê nîşan bidin û hovîtiya artêşa Tirk a ku dixwaze bi her cûre çekên qedexekirî pêk bîne, rawestînin. Her wiha em bang li hemû saziyên xwe, hemû derdorên aştîxwaz ên demokratîk dikin ku li dijî dewleta Tirk a ku bi çekên qedexekirî û bi awayekî dermirovî êrîşî Metîna û Rojavayê Zapê dike, têkevin nava çalakiyan.”