Yekitiya Êzîdiyên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Êzîdî êrişa li dijî Şengalê şermezar kir

Yekitiya Êzîdiyên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Êzîdiyên Rojava bi daxuyaniyekê êrişa artêşa Iraqê ya li dijî YBŞ'ê şermezar kir.

Yekitiya Êzîdiyên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Êzîdî êrişa li dijî Şengalê şermezar kir
20 adar, 2025   21:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Iraqê hat kirin, li şûna êrişan bi Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) re hevkar be, ji ber ku ev hêz şênî û welatê wan û sînorê Iraqê diparêze.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker hebûna Kurdan ji xwe re dike armanc.

PIŞTGIRIYA RÊBER OCALAN JI ÊZÎDIYAN RE

Yekitiya Êzîdiyên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Êzîdiyên Rojava peyama Rêber Abdullah Ocalan a 18'ê Adarê ya ji êzidiyan re silav kir û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de piştgiriya xwe ji Êzîdiyan re anî ziman.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku diviyabû hikumeta Iraqê spasiya van hêzan bike, ne êrişa wan bike ku hikumeta Tirkiyeyê ya ku xêrê ji Iraqê re naxweze razî bike.

Di dawiya daxuyaniyê de soza domandina têkoşîna Êzîdiyan hat dubarekirin.

(mh/fr)

ANHA