Jinên ji Tirbespiyê: Divê mafên jinan di destûrê de bên mîsogerkirin

Jinên ji bajarê Tirbespiyê diyar kir ku divê di destûra nû ya Sûriyeyê de mafên jinan werin parastin.

Jinên ji Tirbespiyê: Divê mafên jinan di destûrê de bên mîsogerkirin
21 adar, 2025   05:25
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Jinên ji bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê nerazîbûna xwe der barê pergala desthilata nû ya Şamê ya li dijî jinan û "danezana destûrî" nîşan da û got divê jin cihê xwe di avakirina Sûriyeyê de bigirin.

Jina ciwan a bi navê Gulê Bahdî ji civaka êzidî ye, da zanîn ku destûra ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin mafên tu neteweyan, bi taybetî yên jinan neparastiye û got divê bendên ku mafên jinan biparêzin, di destûrê de hebin.

Gulê destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin pêşeng in û di her qadê de cihê xwe digirin û anî ziman ku divê mafê jinan di avakirina Sûriyeyê de hebe.

Xedîca Îbrahîm jî "destûra ku mafên jinan tê de tune bin" red kir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê hemû netewe cihê xwe di nivîsandina destûrê de bigirin. Divê bendên têkildarî parastina mafên jinan hebin ku bibin bingehê Sûriyeya siberojê de.”

Lema Xelîl jî got ew "danezana destûrî" ya ku destlihata Şamê destnîşa kiriye şermezar dikin û diyar kir ku danezanê de jin hatine dûrxistin.

Lema Xelîl di dewama axaftinên xwe de bal kişand ser rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê jinan xwe di her saziyan de bi rêxistin dikin. Divê di destûra Sûriyeyê de wekî projeya Rêveberiya Xweser ku jin pêşengiyê dikin di Sûriyeya nû de jî cih bigirin.”

(bb)

ANHA