Siwêda bi diruşma "Yekitî û azadî" agirê Newrozê pêxist

Di dîmenekê de ku yekitiya Sûriyeyiyan bi hemû pêkhateyên wî nîşan dide, bi dehan xelkê bajarê Siwêdayê agirê Newrozê di nava coş û kelecanekê de pêxist.

Siwêda bi diruşma "Yekitî û azadî" agirê Newrozê pêxist
Siwêda bi diruşma "Yekitî û azadî" agirê Newrozê pêxist
Siwêda bi diruşma "Yekitî û azadî" agirê Newrozê pêxist
Siwêda bi diruşma "Yekitî û azadî" agirê Newrozê pêxist
Siwêda bi diruşma "Yekitî û azadî" agirê Newrozê pêxist
Siwêda bi diruşma "Yekitî û azadî" agirê Newrozê pêxist
Siwêda bi diruşma "Yekitî û azadî" agirê Newrozê pêxist
Siwêda bi diruşma "Yekitî û azadî" agirê Newrozê pêxist
Siwêda bi diruşma "Yekitî û azadî" agirê Newrozê pêxist
20 adar, 2025   21:46
SIWÊSA

Hemwextî pîrozbahiyên Kurdan li seranserî cîhanê û Sûriyeyê, xelkê Siwêsayê êvara 21’ê Adarê agirê Newrozê li qada Keramê pêxist û bi cilên Kurdî beşdarî şahiyê bûn. 

Girêdayî mijarê, bijîşk Lojîn Hemze ku yek ji beşdarên pîrozbahiyê ye diyar kir ku Kurd û xelkê Siwêdayê ruhê şoreşê yê berdewam in.

Lojîn got: "Em di oxira azadî, axaftina bi zimanê xwe de li ber xwe didin. Her yek ji me ji deverek erdnîgarî ye, lê em hemû ala azadî û edaletê hildidin."

NEWROZ DESTPÊKA HÊVIYEKE NÛ YE

Çalakger Hafiz El Xetîb jî diyar kir ku Newroz ne tenê cejnek e, lê belê sembola destpêka nû ye û got: "Newroz bihar e, destpêka hêviyê ye, têkbirina zulmê û berbangeke nû ye. Em îro bi hev re, dest bi dest radigihînin ku her projeyeke destûrî ku edaletê pêk neyne red dikin û banga avakirina dewleteke nû ya xwe dispêre demokrasî û mafên wekhev dikin."

Çalakger Menal Kenan jî girîngî da vê cejnê û got: "Em û Kurdan yek in. Em di cejn û xemgîniyekê de bi hev re ne. Em bi hêvî ne aştî li tevahî welat misoger bibe û ev qonaxa bimij a ku rejîma berê ferz kiriye bi dawî bibe."

NEWROZ…AŞTÎ, EDALET Û YEKITIYA XAKÊ

Yek ji beşdaran birêxistinkirina çalakiyê wateya Newrozê şîrove kir û got ew nîşaneya aştî, edalet, bihar û nûbûnê ye.

Şahî bi stranên folklorîk û diruşmeyan banga yekitiya xaka Sûriyeyê ji bakur heta bi başûrê bi dawî bû.

(fr)