Li balafirgeha Himêmîmê êrişî hêzên Rûsyayê kirin

Hate zanîn ku li derdora balafirgeha leşkerî ya Himêmîmê ku hêzên Rûsyayê lê ne, êrişek hat kirin.

Li balafirgeha Himêmîmê êrişî hêzên Rûsyayê kirin
20 gulan, 2025   14:53
NAVNDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku li derdora balafirgeha leşkerî ya Himêmîm ya li gundewarên Laziqiyê, êriş li dijî nuqteyên hêzên Rûsyayê hate kirin.

Li gorî SOHR’ê, dibe ku êriş ji aliyê komên çekdar ên alîgirên desthilata Şamê ve hatibe kirin û piştrast kir ku piştî êrişê li derdora balafirgehê aloziyeke ewlehiyê rû daye.

SOHR’ê destnîşan kir ku "Li gorî hin agahiyên hatine bidesxistin, balafireke bêmirov ku li ser herêmê digeriya, ket. Hemwextî ketina balafirê car caran şer rû dida.”

Der barê zirarên êrişê û kesên li pey wê de tu agahî nehatin parvekirin.

(bb)

ANHA