Yekitiya Esnafan konferansa xwe li dar xist

Yekitiya Esnafan a Kantona Cizîrê konferansa xwe ya yekemîn li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Yekitiya Esnafan konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Esnafan konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Esnafan konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Esnafan konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Esnafan konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Esnafan konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Esnafan konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Esnafan konferansa xwe li dar xist
Yekitiya Esnafan konferansa xwe li dar xist
23 cotmeh, 2025   15:02
QAMIŞLO

Yekitiya Esnafan a Kantona Cizîrê konferansa xwe ya yekemîn li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê li dar xist. Nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweser, endamên Kongra Star, şaredarî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di konferansê de amade bûn.

Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Yekitiya Ensafan a Qamişloyê Xunav Elî rapora xebatên 2 salên borî yên yekitiyê xwend. Di raporê de pirsgirêkên aborî wekî bilindbûna bacan û cudabûna wan li her bajarekî, bandorên ambargoyê, bêaramiya nirxên pereyan hatin vegotin. Hate gotin, yekitî bi hemahengiya Saziyên Rêveberiya Xweser hewl dide van pirsgirêkan çareser bike û piştgiriyê bide beşdariya jinan di kar de.

Piştre hevserokê Yekitiya Esnafan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nezhan Mehmûd rêzikname xwend.

Di dawiya konferansê de hilbijartina hevserokên rêveberiya yekbûyî ya yekitiyên esnafan ên Qamişlo û Hesekê hatin hilbijartin.

21’ê Cotmehê Yekitiya Esnafan a Kantona Firatê hatibû lidarxistin. Di 28’ê Cotmehê de dê Konferansa Yekitiya Esnafan a Kantona Reqayê were lidarxistin. 2’yê Mijdara bê jî de Kongreya Giştî ya Yekitiya Esnafan a Giştî li bajarê Hesekê were lidarxistin.

(bb)

ANHA