Îsraîlê baregehên Hizbullahê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê li herêma Bîqa û li bakurê Lubnanê bargehên Hizbullahê bombebaran kirin.

Îsraîlê baregehên Hizbullahê bombebaran kirin
23 cotmeh, 2025   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên wan bargeheke leşkerî û navendeke çêkirina moşekan ên Hizbullahê bombebaran kirine. Bombebaran li herêmên Bîqa û bakurê Lubnanê pêk hat.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku baregeha hatiye bombebarankirin ji bo perwedekirina endamên nû yên li dijî artêşa Îsraîlê êrişan pêk bînin, dihate bikaranîn.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku noqteya din a hatiye bombebarankirin, li herêma Bîqayê ji bo çêkirina moşekan dihat bikaranîn û di heman demê de baregehên din ên Hizbullahê yên li herêma Şerbîn a li bakurê Lubnanê jî hatine bombebarankirin.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku bombebaran li dijî navendên sînayî yên hêzên Ridwan pêk hatiye.

(dc)