Senatorê ji Awustralyayê daxwaza vekirina nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Şandeyek bi pêşengiya senatorê Partiya Kesk a Awustralyayê David Shoebridge piştî serdana hefteyekê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegeriya welêt û daxwaza avakirina nûnertiyeke daîmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Senatorê ji Awustralyayê daxwaza vekirina nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23 cotmeh, 2025   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Şande ji akademîsyen Elisa Boyle, endamê Meclisa Şaredariyê Îsmet Taştan û endamên Partiya Kesk Baran Sogut û Sam Brennan pêk dihat.

Şande di çerçoveya serdana xwe de bi hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Avîn Siwed û Hisên Osman, her wiha bi nûner û komîteyên jin û ciwanan ên Êzidî, Suryan û Ereb re hevdîtin pêk anîn.

Şandeya ku piştî hevdîtinên xwe temam kirin û vegeriyan welatê xwe, di civînek giştî de ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Sydneyê hate lidarxistin, nêrînên xwe parve kirin.

Senator Shoebridge, behsa biryardariya Rêveberiya Xweser a ji bo wekheviya zayendî, pirrengî û avakirina aştiyê û got: "Piraniya meqamên bilind ji aliyê jin û mêrekî ve têne birêvebirin. Di şert û mercên zehmet ên vî demî de ev yek hewldanek pir wêrek e."

Shoebridge, her wiha piştgirî da fikra avakirina navendek nûnertiya daîmî ji bo Rojava û got ku ev dê "gaveke pir erênî be ku dikare li Awusturalyayê were avakirin" û di vî alî de mînakên Filistîn û Taywanê bi bîr xist.

Her wiha di civînê de, girîngiya hewldanên Kombûna Jinên Zenobya ji bo bihêzkirina jinan li Rojava hate nirxandin.

Shoebridge got: "Pêkanîna aştiyê bi qasî serketina di nava şer de zehmet e. Wêrekiya jinan di navenda vê têkoşînê de ye."

Endamên şandeyê, dan xuyakirin ku vîzyona Sûriyeyek piralî û federal armanca bingehîn a Rêveberiya Xweser e û gotin ku divê civaka navneteweyî destekê bide van daxwazan.