Yekitî û Pêşverû: QSDˋê rûmeta gelê herêmê ye

Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê û Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê destnîşan kir ku QSD'ê nûnera rûmeta gelê herêmê ye û bang li partiyên siyasî kir ku di vê qonaxa dîrokî de yekrêziyê pêk bînin.

Yekitî û Pêşverû: QSDˋê rûmeta gelê herêmê ye
Yekitî û Pêşverû: QSDˋê rûmeta gelê herêmê ye
Yekitî û Pêşverû: QSDˋê rûmeta gelê herêmê ye
11 ÇILE, 2025   23:21
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (YEKITÎ) û Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê der barê geşedanên li ser asta Sûriyeyê û Kurdistanê li hola Marbêla ya bajarê Hesekê panelek li dar xist. Di panelê de bi dehan endamên herdu partiyan, nûnerên saziyên sivîl, rewşenbîr û oldar beşdar bûn.

Di panelê de 2 mijarên sereke; qonaxa piştî ketina rejîma Baas û pêşeroja Sûriyeyê û mijara din a girêdayî rewşa gelê Kurd di Sûriyeya nû de û erka partiyên siyasî ji hêla Mustefa Meşayix û Ehmed Silêman ve hatin nîqaşkirin.

Meşayix li ser zehmetiyên ku gelê Sûriyeyê bi giştî û yê Kurd bi taybetî di serdema rejîma Baas de kişandine, axivî û got: "Kurd îro bi ketina rejîma Baas a ku welat wêran kiriye, kêfxwe şin."

Meşayix diyar kir ku krîza Sûriyeyê ji ber destwerdana dewleta Tirk a dagirker heta niha dom kiriye û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide xebatên siyasî asteng bike û bi rêya êrişan gelê Kurd qir bike. Lê belê baweriya me bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) yên ku ji bo parastina herêmê û pêkhateyên wê li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê sekinîne, heye."

Ehmed Silêman jî li ser rewşa gelê Kurd di Sûriyeya nû de axivî û bang li partiyên siyasî kir ku bi awayekî lezgîn yekitiyê çêkin, diyaloga nîştimanî bikin, ji berjewendiyên kesane dûr bikevin û ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebitin.

Silêman wiha li gotinên xwe zêde kir: "QSD'ê mafên gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêze."

Beşdaran jî piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da, rola wê di parastina herêmê û gelên herêmê de silav kir û banga avakirina yekitiya nîştimanî ya Kurdî kir.

(mh/fr)

ANHA