Heftename: Sûriyeyê, hilbijartina serokkomarê Lubnanê û şewatên li Californiyayê

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de behsa peyamên şandeya Ewropî ya ji HTŞˋê re, astengiyên li pêş serokkomarê nû yê Lubnanê û şewatên li Californiyayê kirin.

Heftename: Sûriyeyê, hilbijartina serokkomarê Lubnanê û şewatên li Californiyayê
12 ÇILE, 2025   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li qada Sûriyeyê, di destpêka hefteyê de şandeyeke dîplomasî ya Ewropayê serdana Şamê kir û bi berpirsên rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) re civiya. Rojnameya El Qudis El Erebî bi sernavê “Sûriya û Fransa: piştî çûyîna demên berê çi pêşeroj li bendê ye?” gotarek weşand. Rojnameyê diyar kir ku ev serdan serdaneke erênî bû û dikare wekî destpêka dayîna îtîrafeke siyasî bi rêveberiya nû were dîtin. Her wiha ji bo ku her dewletek cihê xwe di pêvajoya bê de li herêmê bigire

GUHERTINA LI SÛRIYEYÊ GUHERTINA HEVSENGIYA HERÊMÊ YE

Rojnameya El Ereb El Londoniye nûçeyek bi sernavê "Guhertina li Sûriyeyê guhertina hevsengiya herêmê ye" weşand. Rojnameyê di nûçeyê de diyar kir ku pirsê "rola ku Sûriyeyê dê di guhertina herêmê de bilîze çi ye?" xwe dide pêş. Li gorî rojnameyê, Sûriyeyê ji "eniya berxwedanê" derket ku Îranê ji bo projeya xwe firehkirinê, piştgiriya wê dikir.

Rojnameyê destnîşan kir ku bi derketina hevsengiyeke nû li herêmê re pirseke gelek girîng dê derkeve holê, "gelo Ehmed El Şeri dikare kar bike ji bo ku Sûriyeyê xwedî roleke cuda li herêmê be?".

Rojnameyê anî ziman ku rayedarên sûriyeyî yên nû peyamên dilxweş didin dewletên erebe ku "Divê Sûriyeyê, dewleteke ereb be ne ku erebwariyê îdia dike û bazirganiyê li ser Filistînê dike yan jî xwedî kûrahiyeke îranî ye".

Rojnameyê di nûçeya xwe de wiha nivisiye: "Teqez El Şeri hewl dide li gorî guheritna mezin çêbûye, tev bigere. Lê dîsa jî baldarî gerek e. Çavê gelekan li destûra nû, kongreya nîştimanî û dê kî tev li bibe ye. Bê guman derengxistina lidarxistina kongreyê, kêrhatî bû. Ev tê wateyê ku desthilata nû li Sûriyeyê êdî di wê baweriyê de ye ku divê pêkhateyên Sûriyeyê tev de tev li vê kongreyê bibin. Gelo El Şeri dê sozên xwe bîne cih nemaze ku dibêje ew beriya her tiştî sûriyeyî ye."

LÛTKEYA TRUMP Û PÛTÎN Û ENCEMÊN WÊ

Rojnameya El Xelîc îşaret pê kir ku amadekariyên hevdîtineke di navbera Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hempîşeyê wî hilbijartî yê DYAˈyê Donald Trump de hîna zû an ku beriya ku Trump bighêje desthilatê dest pê kirin.

Rojnameyê bi bîr xist ku Trump ji mala xwe ya li Florîdayê ragihand ku dê di navbera wî û Pûtîn de hevdîtinek were kirin û amadekariyên civînê didomin. Lê roja hevdîtinê diyar nekir. Kremlînê bi awayekî baştir bersiva vê daxuyaniyê da û diyar kir ku serokê Rûsyayê bêyî şert û merc ji bo diyalogê amade ye.

Rojnameyê diyar kir ku "hemahengiya erênî ya di navbera daxuyaniyên DYA û Rûsyayê de piştrast dike ku bazaran heye. Ev bazara di dema borî de xebat li ser hatiye kirin û amade ye bikeve meryetê. Her kes bi zor be an ne bi zorê be wê bazarê qebûl bike. "

Rojnameyê destnîşan kir ku ev mijar ji Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky xistiye nava fikaran.

Li gorî rojnameyê: "Dibe hevdîtina Trump û Pûtîn di demek nêzîk de çêbibe. Dibe ku surprîzên ku zû bi zû nayên desteserkirin bi xwe re bîne; mîna ku Kîevê neçar bikin ku ji sedî 20 ji axa xwe bide Rûsyayê û bi hilbijartinên pêşwext an bi rêbazên din dawî li desthilatdariya Zelensky bînin. Yek ji rûyên vê bazarê, dê yekem guheztina nexşeyê li Ewrûpa be, ku bandorek wê heye, ji ber ku xetereya binpêkirina sînor dibe ku bi rêveberiya Trump re dest pê bike."

SEROK, DEWLETA LUBNANÊ VEDIGERÎNE RÊYA WÊ YA RAST

Rojnameya Ereb diyar kir ku gelek zehmetî li pêşiya serokkomarê nû yê Lubnanê Jozef Ewn hene  ku divê bêne çareserkirin. Hat gotin" Ewn ji pozîsyona xwe ne kêfxweş e. Ew dizane ku ew ê bi kêşeyan re rû bi rû bimîne. Lê belê perwerdeya wî ya leşkerî dikare wî xurt bike. Şerekî rasteqîn heye ku divê Ewn li gelek eniyan bide meşandin. Ji wan eniyan jî; eniya çekên berbelav, eniya gendeliyê ya ku aboriya Lubnanê wêran kir û komên Lubnanî xist nava kûrahiya feqîriyê, eniya dadweriyê ya ku bi bijardeyên ku tev li derveyî qanûnê bûn hatin sînordarkirin, eniya têkiliya Lubnanê bi derdora wê ya erebî, ku divê were sererastkirin da ku bi kêmanî aboriya Lubnanê vejîne.”

ŞEWATA LI CALIFORNIYAYÊ

Şewata li Californiyayê jî di rojeva rojnameyên Erebî de bû. Rojnameya Ekaz bi sernavê “Şewata Californiya.. yên herî wêranker” diyar kir ku şewat bi çend sed metreyan ji cada Hollywood nêzîk bibû lê ew hat kontrolkirin. Girêdayî wê Joe Biden gotibû ku ev şewat ên herî wêranker ên Californiayê ne û guhartina hewayê rastiyeke teqez e.