Li Minbicê teqîn

Li kolana Berîd (Postxane) ya bajarê Minbicê teqînek çêbû. Li gorî agahiyan kuştî û birîndar hene.

Li Minbicê teqîn
24 kanûn, 2024   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dan, li Kolana Berîd (Postxane) ya naverasta bajarê Minbicê ya dagirkirî teqîneke mezin çêbû. Tê gotin ku kuştî û birîndar hene.

Der barê sedemên teqînê de hîna agahî nehatin standin.

Ji dema ku artêşa Tirk û çeteyên wê bajarê Minbicê di 8ˈê kanûnê de dagirkirine ve, tevlihevî, dizî, talankirin û revandina şêniyan li Minbicê rû didin.

(bb)

ANHA