Yaneya Hîlal a Werzîşê navê xwe guhert

Yaneya Hîlal a Werzîşê bi daxuyaniyekê navê xwe kiriye Yaneya Qamişloyê.

Yaneya Hîlal a Werzîşê navê xwe guhert
14 tebax, 2026   22:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Yaneya Hîlal a Werzîşê ya Qamişloyê daxuyaniyek zimanên kurdî û erebî li ser rûpelên xwe yên medya dijîtal weşandin û logoya xwe ya nû parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin Yaneya Hîlal nav xwe diguherîne û dike Yaneya Qamişlo ya Werzîşê.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin:  "Bi serbilindiyeke mezin, Yaneya Qamişlo ya Werzîşê navê xwe yê nû radigihîne. Navê nû ji bajarê wê Qamişloyê  yê ku jê dayik bûye hatiye wergirtin û nasnameya yaneyê û girêdana wê bi civaka herêmî re nîşan dide."

Yaneyê diyar kir ku ev gav nasnameyeke nû ava dike ku "bajar û xelkê wê temsîl dike û di dîroka yaneyê de serdemeke nû vedike."

Yaneya Qamişlo Spor di dawiya daxuyaniyê de spasiya alîgirên xwe kir.