Xweqeydkirina ji bo hecê dest pê kir

Wezareta Weqfên Olî îro dest bi qebûlkirina serlêdanên xweqeydkirina ji bo hecê ya ji bo 2027`an da destpêkirin.

Xweqeydkirina ji bo hecê dest pê kir
12 tebax, 2026   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Hec û Umreyê ya Wezareta Weqfên Olî (Awqaf) ya Sûriyeyê îro dest bi qebûlkirina serlêdanên xweqeydkirina ji bo hecê ya sala bê (2027) kir. Di destpêkê de kesên ku di sala 1958`an û berê wê de ji dayik bûne, dê bêne qebûlkirin.

Rêvebirê Hec û Umreyê Mihemed Nûr Araj diyar kir ku qeydkirin ji bo vê komê îro dest pê dike û heta 25`ê Tebaxê dewam dike.

(k)

ANHA