Li Dêrazorê êrişa DAIŞ`ê: 3 birîndar
Çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Dêrazorê êriş hêzên hikumeta Şamê kir û di encamê de 3 leşkerên Dîfa Wetenî birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê êriş noqteyeke leşkerî ya Dîfa Wetenî ya li nêzî kargeha xwê ya li çolistana Tenbî ya rojavayê Dêrazorê kiriye û di encamê de 3 leşkerên Dîfa Wetenî birîndar bûne.
SOHR`ê da zanîn ku birîndar li nexweşxaneyê têne dermankirin û êrişker revahiya çolistanê.
Vê sibê di êrişeke DAIŞ`ê de li herêma Asreya ya çolistana Hemayê jî 5 çekdarên hêzên alîgirên hikumeta Şamê hatibûn kuştin.
(şx)