Xwepêşandanên li perava Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî bal kişand ser xwepêşandanên li herêmên peravê yên Sûriyeyê yên bi daxwaza rawestandina qetilkirinan, pêkanîna nenavedîtiyê û berdana girtiyan, li kêleka wê jî behsa biryara DYA’yê ya xistina şaxên Îxwan El Muslimîn ên li Misir, Lubnan û Urdinê wek rêxistinên terorîst kir.

Xwepêşandanên li perava Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ne
26 mijdar, 2025   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişand ser xwepêşandên li bajarên peravê çêbûne, gava nû ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya xistina hin şaxên koma "Îxwan El Muslimîn" wek rêxistinên terorîst.

Rojnameya Şerq El Ewset di manşeta xwe de bal kişand ser xwepêşandanên li bajarên perava Sûriyeyê û diyar kir ku bi sedan ciwanên Elewî yên Laziqiyê, Tertûsê û Hemayê bangên kesayetên oldar ên wekî serokê Meclisa Îslamî ya Elewî ya Sûriye û Dîasporê bersivandin û daketin qadan.

Xwepêşandêran pankartên bi daxwaza "rawestandina qetilkirinê", "nenavendîtî" û "berdana girtiyan" hildan.

Rojnameya El Xelîc jî destnîşan kir ku dirûşmên xwepêşandanan daxwaza "rakirina zilmê" û "bidawîkirina tevliheviyê" bûn û diyar kir ku ev tevger hêrsa ji ber hilweşîna rewşên aborî û ewlehî yên li perava Sûriyeyê nîşan dide.

‘SINIFANDINA ‘KOMA ÎXWAN’ WEKE RÊXISTINÊN TERORÎST... ARAMIYA HERÊMÊˊ

Rojnameya Ukaz a Erebistana Siûdî bal kişand ser biryara serokê DYA’yê Donald Trump a destpêkirina tedbîrên fermî ji bo sinifandina şaxên Îxwan El Muslimîn ên li Misir, Lubnan û Urdinê wek rêxistinên terorîst.

Rojnameyê destnîşan kir ku biryarê bi xwe re nîşaneyên jinûve rêzkirina dîmena siyasî ya li herêmê ya piştî bûyerên Xezayê anîne, bi taybet Washington hewl dide pêşî li "Koma Îxwan" bigire ku bandorê li pêvajoya jinûveavakirin an jî rêveçûnên agirbestê yên di navbera Îsraîlê û Hemasê de neke.

(fr)