Xwendekarên li Dêrikê xwestin hesabê êrişa li Hesekê were pirsîn

Xwendekarên ji Dêrikê xwestin hesab ji êrişkarên xwendekarên li Hesekê were pirsîn û diyar kir ku dê têkoşîna mafê perwerdeya bi kurdî bidomînin.

Xwendekarên li Dêrikê xwestin hesabê êrişa li Hesekê were pirsîn
5 mijdar, 2026   16:41
QAMIŞLO

Xwendekarên li bajarê Dêrikê bi armanca şermezarkirina êrişa li ser xwendekarên li bajarê Hesekê yên ku ji bo mafê xwe yê perwerdeya bi kurdî xwepêşandan kiribû, li navenda sûka bajêr kom bûn û daxuyanî da.

Xwendekara bi navê Yasmîn Îsmaîl daxuyanî xwend û ev tişt anî ziman: "Xwendekarên Rojava dixwazin wekî xwendekarên li cîhanê bi mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bijîn û ji bo parastina vî mafî têkoşînê dikin."

Yasmîn der barê êrişa li ser xwendekarên li Hesekê de jî diyar kir ku armanca êrişê ew e ku îradeya xwendekaran bişkê û ji daxwaza mafê xwe bisekinin û got, lê ev êriş dê xwendekaran ji daxwazên xwe nede sekinandin.

Yasmîn Îsmaîl anî ziman ku mafê perwerde û hînbûna bi zimanê kurdî mafekî bingehîn û jê nevegere û bang li hikumeta veguhêz kir ku hesab ji êrişkaran bipirse.

Di dawiya daxuyaniyê de de piştgiriya xwe bi xwendekarên Hesekê re anî ziman û diyar kir ku dê çalakiyên ji bo mafê perwerdeya bi kurdî bidomînin.

(bb)

ANHA