ˋDi kampan de kêfxweşiya cejnan nîn eˊ

Koçberên Serêkaniyê 8 sal e Cejna Qurbanê di kampan de ligel şert û mercên jiyanê yên zehmet pêşwazî dikin û daxwaz kir ku bi awayekî ewle vegerin gund û malên xwe.

ˋDi kampan de kêfxweşiya cejnan nîn eˊ
ˋDi kampan de kêfxweşiya cejnan nîn eˊ
ˋDi kampan de kêfxweşiya cejnan nîn eˊ
ˋDi kampan de kêfxweşiya cejnan nîn eˊ
ˋDi kampan de kêfxweşiya cejnan nîn eˊ
ˋDi kampan de kêfxweşiya cejnan nîn eˊ
ˋDi kampan de kêfxweşiya cejnan nîn eˊ
25 gulan, 2026   17:40
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Koçberên Serêkaniyê 8 sal e Cejna Qurbanê ligel rewşên mirovî yên zehemt li hundirê kampan pêşwazî dikin. Digel nebûna hêmanên jiyanê yên birûmet û nebûna atmosfêra cejnê êşên koçberan zêde dibin.

Ligel berdewama evan şert û mercan di her cejnê de, şênî banga vegera ewle li war û malên xwe dikin, banga jinûve avakirinê û bidawîkirina zehmetiyan di kampan de dikin.

ZEHMETIYÊN DI KAMPAN DE DIDOMIN

Girêdayî mijarê, koçberê bi navê Ubeyd Cuma yê ji gundê Amiriyê axivî û diyar kir ku rewşa li hundirê kamp pir trajedîk e û got tiştê ew dixwazin vegera ewle li gund û malên xwe ye, ne vegereke bêserûber e.

Cuma da zann ku êdî koçber ji bendemayînê û mayîna li kampan bêzar bûne û hêvî kir ku piştî cejnê vegerin warên xwe. Cuma anî ziman ku digel şert û mercên dijwar dê êdî kêfxweşiya cejnê winda kirine.

DI KAMPAN DE KÊFXWEŞIYA CEJNÊ NÎN E

Koçberê bi navê Ehmed Hisên El Xelef ê ji gundê Lîlan got jiyana li hundirê kampan trajediya herî mezin e û destnîşan kir ku wan salên dirêj dûrî mal û gundên xwe di kampan de derbas kirine.

El Xelef diyar kir ku ew berê bi aştî û ewlehî di nava xizmên xwe de dijiyan, bi malbatên xwe re cejn pîroz dikirin, lê cejnên piştî koçberiyê rojên pir normal derbas dibin û kêfxweşiya cejnê winda kirine.

El Xelef da zanîn ku ew hêvî dikin ku çawa koçberên Efrînê vegerîn warên xwe ew jî vegerin.

BANGÊN VEGERA EWLE Û JINÛVE TAMÎRKIRINA MALAN

Koçber Şêx Elî Hisên ê ji gundê Erîşa got bi demsalên zivistan û havînê re zehmetiyên wan di kampan de zêde dibin û destnîşan kir ku konan temen û tenduristiya wan terxan kiriye.

Hisên anî ziman ku wan xizm, jiyana gundan û têkiliyên hezkirinê ku berê di cejnan de hebûn winda kirine.

Hisên hêvî kir ku bi awayekî ewe vegere mala xwe û bang li rêxistinan kir ku ji bo jinûve avakirina mal û gundên wan destekê bidin.

Li gorî Komîteya Koçberên Serêkaniyê zêdetirî 75 hezar koçber bi hêvî ne, li gorî bendên peymana 29ˊê Çileyê, bi awayekî ewle vegerin mal û gundên xwe.

(fr)

ANHA