`Xwedîkirina mêşên hingiv çandeke me ya herêmê ye`

Par ji ber ku baran nebarî 400 mêşên Remedan Resûl mirin. Îsal careke din mêşên hingiv xwedî dike û dibêjê divê ew çanda xwe biparêzin.

`Xwedîkirina mêşên hingiv çandeke me ya herêmê ye`
`Xwedîkirina mêşên hingiv çandeke me ya herêmê ye`
`Xwedîkirina mêşên hingiv çandeke me ya herêmê ye`
`Xwedîkirina mêşên hingiv çandeke me ya herêmê ye`
`Xwedîkirina mêşên hingiv çandeke me ya herêmê ye`
27 tîrmeh, 2026   03:30
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Herêma Aliyan a Çilaxayê bi xwedîkirina mêşên hingiv tê naskirin. Par ji ku ber baran kêm barî gelek mêşên hingiv ên mêşvanan mirin. 

Remedan Misto Resûl (75) ê ji gundê Şebek ê Çilaxayê ji bavê xwe fêrî mêşvaniyê bûye. Piştî ku bavê wî wefat dike ew berpirsyariya xwedîkirina mêşên hingiv radike. Li gel Resûl 400 mêşên hingiv hebûn. Hilberîna hingiv a Resûl li bazarên Sûriyeyê belav dibû û ji gundên Çilaxayê heyanî Dêrikê tev li 20 kooperatîfên alîkariyê bûye.

Piştî ku di van salên dawiyê de baran nebarî mêşên Resûl mirin. Îsal dema ku baran bariye Resûl dîsa li karê xwe vegeriya û 30 mêşên hingiv ji Idlibê kirîn û niha wan xwedî dike.

Resûl diyar kir ku gelekî lê zehmet bû ku hemû mêşên wî mirin û wiha pê de çû: "Ji ber baran nebariya û şînkahî nebû hemû mêş mirin. Ez neçar mam li bendê bimînim ku baran bibare û careke din dest bi karê xwe bikim. Ez ji ciwanên me hêvî dikim ku fêr bibin mêşên hingiv xwedî bikin. Ji ber ku xwedîkirina mêşên hingiv çandeke me ya herêmê ye."

(np)

ANHA