Xoşnav Xelîl: Têkoşîna tevî astengdariyê

Tevî astengdariya xwe û tunebûna nasnameyê, Xoşnav Xelîl nîşan da ku îrade dikare hemû qeydan bişikîne. Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re Xoşnav di rûniştandina saziyên şoreşê de rol lîst û nimûneya welatiyê têkoşer nîşan da.

Xoşnav Xelîl: Têkoşîna tevî astengdariyê
12 tîrmeh, 2025   03:45
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Xoşnav Xelîl jiyeneke sade li kolanekê li taxa Xerbî ya bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê dijî. Mala wî ji derve bala tu kesî nakişîne, lê belê li pişt dîwarên wê malê çîrokên têkoşîna bi salan, têkoşîna ciwanekî ku astengdarî nikaribû îradeya wî têk bibira û têkoşîna ciwanekî ku karibû bê belgeyên xwe yên fermî û nasnameyê jiyanê bidomîne, heye.

Xoşnav Xelîl di 1984'an de li gundê Melikê yê bajarê Dirbêsiyê ji dayik bû. Di yeksaliya xwe de di lingê xwe yê rastê de, di encama şaşiyeke bijîşkî astengdar bû. Ji vir ve çîroka wî ya zehmetiyê dest pê kir. Ji ber siyasetên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan nasnameya Sûriyeyê ne li ba Xoşnav ne jî li ba malbata wî hebû û ew wekî biyanî (mektûm) li ser xaka xwe jiyan.

Lê tevî wê jî, Xoşnav teslîm nebû. Wî qonaxa seretayî li dibistana gund xwend, piştre ji bo xwendina qonaxa navînî berê xwe da bajêr. Xoşnav di xwendina xwe de serkeftî bû, armanca wî bû ku bibe endezyar lê ji ber astengdarbûn, rewşa aborî ya xerab û tunebûna nasnameyê ew armanc pêk nehat. Xoşnav piştre li Peymangeha Çandiniyê ya bajarê Hesekê xwend.

JI XIZAIYÊ GIHÎŞT XEBATÊ

Malbata Xoşnav berî ku berê xwe bidin bajêr cotkar bûn. Li bajêr jî Xoşnav di ciwaniya xwe de Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) nas kir û tev li ciwanên wê bû. Piştre ew tev li perwerdeyên îdeolojî bû û asta zanabûna wî ya siyasî pêş ket.

Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re Xoşnav derfeteke nû ya ku bikare tê de xizmeta civaka xwe bike, dît. Ew bi fedakariya şehîdan û malbatên wan bandor bû û tev li xebata rêxistinî ya PYD'ê bû. Piştre di avakirina saziyên aborî û çandiniyê yên bajarê Dirbêsiyê de cih girt. Xoşnav ji kesên pêşîn bû yên ku nimûneya "civaka demokratîk" ava kiriye.

Ji 2016'an ve ew di Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinên Mirovî ya bajêr de dixebite û tevî astengdarbûna xwe jî îradeya wî ya domandina xebatê kêm nebûye.

JIYANA ASAYÎ Û TÊKOŞÎNA ROJANE

Xoşnav di 2015'an de zewicî û tevî hevjîn û 2 zarokên xwe dijîn. Hevjîna wî barekî wî yê têkoşîna rojane radike. Wê jî dikanek ji bo dirûnê vekir û herdu ji bo pêşerojeke geştir ji bo malbata xwe dixebitin.

Tevî êşê, Xoşnav tu carî bi lewaziyê hest nake. Xoşnav ji me re got: "Ez wiha jiyam ku di wê baweriyê de me ku tu astengî di min de tune ne. Min xwendin û karê xwe jî domand. Erê, di çûn û hatinê de zehmetiyan dikişînim, nikarim tiştên giran hilgirim lê belê bi îrade û sebra xwe nahêlim tu tişt min têk bibe."

Xoşnav wiha domand: "Karê ji bo civakê erkê her kesekî ye, bi taybetî di nav vê şoreşê de ya ku bi xwîna şehîdan û keda malbatên wan hatiye avakirin. Divê em van destkeftiyan biparêzin û pêş bixin."

Xoşnav Xelîl nimûneya berxwedana mirovî ya li hemberî înkarkirin, astengdarîbûn û belengaziyê ye. Çîroka wî tîne bîra mirov ku xwedîderketina li nirxan û bawerkirina bi dozê dikarin hêzeke bêhempa bidin mirov.

(mh)

ANHA