Mesûd Barzanî di demek guncaw de wê biçe gel Rêber Apo

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bal kişand ser pêngava dîrokî ya gerîlayên PKK’ê ku îro çekên xwe tine kirin û got: “Gaveke girîng bû.”

Mesûd Barzanî di demek guncaw de wê biçe gel Rêber Apo
11 tîrmeh, 2025   22:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Baregeha Barzanî ragihand ku Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê pêşwazî li şandeya DEM Partiyê kir.

Şandeya DEM Partiyê ji Ahmet Turk, Leyla Zana, Sirri Sakik, Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk pêk hat.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê Serokê PDK’ê di demek guncaw de serdana Îmralî bike û bi Rêber Apo re hevdîtinekê bike. Barzanî pêngava aştiyê weke pêngavek girîng pênase kir.

Hate destnîşankirin ku peyama Rêber Apo ya bi şandeya DEM Partî re ku jê hatibû xwestin serdana Mesûd Barzanî bike.

Hate ragihandin ku Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî destnîşan kiriye ku “di demeke guncaw de” biçe serdana Îmralî bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.

Her wiha di dewama daxuyaniyê de şandeya DEM Partî bal kişandiye ser rola netewî û stratejîk û dîsa daxwaz ji Barzanî hatiye kirin ku piştgiriyeke xurt a pêvajoyê bike.