Xizmên girtiyan xwepêşandanek li pêşiya baregeha UNDOF‘ê li dar xist

Xizmên kesên ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine girtin çalakiyek li pêşiya baregeha UNDOF‘ê ya li gundewarê Quneytrayê li dar xist.

Xizmên girtiyan xwepêşandanek li pêşiya baregeha UNDOF‘ê li dar xist
22 tîrmeh, 2026   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan xizmên kesên ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine girtin, xwepêşandanek li pêşiya bargeha Hêza Çavdêriya Vekişînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) ya li gundê Nebai El Fewar ê bakurê Quneyterayê li dar xist.

Xwepêşandêran ku wêneyên girtiyan hildan, bi vekirina pankartan daxwaza naskirina aqûbeta zarokên xwe kirin û banga serbestberdana wan kir.

Xwepêşandêran diyar kir ku ku naskirina aqûbeta girtiyan mafekî bingehîn e. Her wiha bang li aliyên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kirin ku ji bo çareserkirina dosyaya girtiyan gavên cidî biavêjin.

(bb)