Kampa Dola Alane ya li Hewlêrê hate bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn

Kampa Dola Alane ya li bajarokê Xelîfan bi du mûşekan hate bombebarankirin û di encama êrişê de 4 kes bi giranî birîndar bûn.

Kampa Dola Alane ya li Hewlêrê hate bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn
22 tîrmeh, 2026   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, berî çend kêliyan Kampa Dola Alane ya girêdayî bajarokê Xelîfanê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ku penaberên ser bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê ve lê dimînin, hate bombebarankirin.

Nûçegihanê Rojnewsê ragihand ku careke din bi du mûşekan Kampa Dola Alane ku penaberên Hizba Komele ya Zehmetkêşên Kurdistanê lê dimînin, bi du mûşekan hate hedefkirin.

Li gorî agahiyan di êrişê de 4 kes birîndar bûne ku rewşa birîndarekê giran e û rakirine nexweşxaneyê.