'Xiyanet ji dagirkeriyê metirsîdartir e'

Şêniyên Helebê destnîşan kirin ku xiyanet ji dagirkeriyê metirsîdartir e û li pêşiya bidestxistina destkeftiyan dibe astengî.

'Xiyanet ji dagirkeriyê metirsîdartir e'
28 cotmeh, 2023   04:47
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bertekên tund nîşanî hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi dewleta Tirk a dagirker re da û got, xiyanet ji dagirkeriyê xeteretir e.

Welatiyê bi navê Mihemed Elî Hesen anî ziman ku li dijî xiyanetê divê yekitî were avakirin û got: "Dema êriş li ser herêmek tên kirin, şêniyên wê herêmê li hember wan êrişan dibin yek, lê belê PDK'ê xwe dide aliyekî û li hember kiryarên Tirkiyeyê yên li dijî me û herêmên me bêdeng dimîne. Dagirker êrişî Başûr û Rojava dike, lê PDK′ê alîkariyê wê dike. Ev xiyanet e. Li hemberî xiyanetê divê yekitî were avakirin û xiyanet ji kokê ve were rakirin."

Welatiya bi navê Cîhan Îsa Mistefa jî bal kişand ser xeta xiyanetê ya PDK′ê û wiha got: "Fermandar û pêşengên me û destkeftiyên me bi rêya van xayînan tên hedefkirin. PDK'ê bi Tirkiye ya dagirker re kar dike.′′

Welatiya bi navê Feyrûz Mihemed jî diyar kir ku dîroka PDK'ê tijî xiyanet e û wiha domand: "Em PDK'ê efû nakin ji ber ku bû sedema hedefkirina fermandarên me. Dîroka PDK'ê ji dema şehadeta Bêrîtan de tijî xiyanet e. Em xiyanetê red dikin û em ê bi berxwedan û îradeya xwe ya azad wê têk bibin."

Welatiyê bi navê Dilovan Hisên got: "Xiyaneta PDK'ê li pêşiya berxwedana me dikbe astengî. Bo nimûne, ENKS'ê ya girêdayî PDK'ê hişt ku çeteyên li Efrînê êrişî mala xizmên min bikin û wan bi bihaneyên nerast birevînin û bixin girtîgehê."

Hisên destnîşan kir ku PDK'ê berpirsa pêkanîna komujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê ye û got: ′′Divê em dawî li vê xiyanetê bînin û dijmin têk bibin."

(mh)

ANHA