′Minafiq bi cilûbergên xwe na bi liv û tegerên xwe tê nasîn′

Dewleta Tirk a dagirker li aliyekê ji bo zarokên Filistînê rondikên derewîn dibarîne, lê pêwendiyên xwe yên bi Îsraîlê re jî qut nake, li aliyê din êrişên wekî Îsraîlê li dijî zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. 

′Minafiq bi cilûbergên xwe na bi liv û tegerên xwe tê nasîn′
′Minafiq bi cilûbergên xwe na bi liv û tegerên xwe tê nasîn′
′Minafiq bi cilûbergên xwe na bi liv û tegerên xwe tê nasîn′
′Minafiq bi cilûbergên xwe na bi liv û tegerên xwe tê nasîn′
′Minafiq bi cilûbergên xwe na bi liv û tegerên xwe tê nasîn′
28 cotmeh, 2023   03:45
QAMIŞLO

Bi destpêka şerê di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê re  ku di 7'ê Cotmehê de dest pê kir, rayedarên dewleta Tirk a dagirker xwe wekî piştevanê xelkê Xezayê nîşan da û rodinên derewîn ji bo zarokên Xezayê barandin.  Lê di heman demê de têkiliyên xwe bi Îsraîlê re qut nekiriye û sûcên xwe li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Ji zêdetirî 11 salan anku ji destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi dehan zarok di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de hatin qetilkirin.

Di êrişa duh (În) a li ser navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê de zarokê bi navê Ehmed Şahîn (11) û jina bi navê Evîn Xelîl (39) birîndar bûn.

10'ê Cotmehê jî artêşa dagirker gundê Mestûrê yê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir û zarokên bi navên Nadye El Eyaş (10) û Elî El Eyaş (9) qetil kirin.

2'yê Kanûna 2019'an jî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê 8 zarokên ji dibistanê derdiketin, qetil kirin.

(mh)

ANHA