Yekitî û Pêşverû peymana Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri pêşwazî kir

Partiya Yekitî û Partiya Pêşverû li Sûriyê piştgiriya xwe ji peymana ku di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri hate îmzekirin re, nîşan da.

Yekitî û Pêşverû peymana Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri pêşwazî kir
11 adar, 2025   22:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (YEKITÎ) peymana ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri de di 10’ê Adarê li Şamê de hatiye îmzekirin, silav kir.

Her du partiyan bi daxuyaniyekê ev peyman pêşwazî kir û got ev peyman ku di encama gelek civîn û dan û standinan de pêk hatiye ji hêla tevahî Sûriyeyiyan ve hat îmzekirin, her wiha di çapemenî, ajans û medyayên dîjîtal de dengvedanek çêkir.

Di daxuyaniya her du partiyan de hat destnîşankirin ku di peymanê de naverokên girîng hene; êrişên li ser tevahî xaka Sûriyeyê werin rawestandin, ji xîtaba nefret û mezhebperestiyê were bidûrxistin, misogerkirina vegera ewle ya koçberan li warên xwe, her wiha hat gotin ku Kurd beşeke resen ji Sûriyeyê ye.

Her du partiyan di daxuyana xwe de piştgiriya xwe ji peymanê û naveroka wê re nîşan da.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li tevahî hêz û rêxistinên niştîmanî yên Sûriyeyî hat kirin ku hewlên xwe yên wefedarî û avakerî ji bo pêkanîna bendên vê peymanê pêk bînin, ji ber ku dihêle Sûriyeyeke nû were avakirin.

(fr)

ANHA