Mazlûm Ebdî û Bafil Talebanî civiyan

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî û Serokê YNK‘ê Bafil Talebanî li Silêmaniyê li hev civiyan. Hate ragihandin ku rojeva civînê  mafê gelê Kurd, jiyana hevbeş û siberoja Sûriyeyê bû.

Mazlûm Ebdî û Bafil Talebanî civiyan
15 cotmeh, 2026   21:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsîngeha Serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ragihand ku di saetên şevê de Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî û Bafil Talebanî li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê li hev civiyane.

Hate ragihandin ku di civînê de endamên Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şêx Ehmed Hemekerîm û Hawrê Şêx Dara jî amade bûn. Hate diyarkirin ku pêşketinên dawî yên li herêmê û rewşa Sûriye hatine nîqaşkirin. Hate destnîşankirin ku hevkariya di navbera herdu aliyan de bê zêdekirin.

Hate zanîn ku di civînê de Bafil Talebanî destnîşan kiriye ku baweriya wan ew e ku mafê gelê Kurd û pêkvejiyana aştiyane bi rêya nîqaşê dibe û Sûriyeya nû divê li ser bingehê hevpariya nîştimanî û pirrengî be.

Li aliyê din Mazlûm Ebdî jî bal kişand ser rola girîng a Bafil Talebanî û qala hevkariya berdewam a bi wan re kiriye.