Xelkê Zirganê vedigere warê xwe

Şêniyên bajarokê Zirganê û gundên wê vedigerin warê xwe. Herêm di encama şer de wêran bûye û mayin lê hene.

Xelkê Zirganê vedigere warê xwe
Xelkê Zirganê vedigere warê xwe
Xelkê Zirganê vedigere warê xwe
Xelkê Zirganê vedigere warê xwe
Xelkê Zirganê vedigere warê xwe
Xelkê Zirganê vedigere warê xwe
Xelkê Zirganê vedigere warê xwe
Xelkê Zirganê vedigere warê xwe
8 gulan, 2026   07:25
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Şêniyên bajarokê Zirgan û gundên wê vedigerin warê xwe. Ji sedî 50 heyanî 60 di encama şer de wêran bûye. 

Cîgirê hevserokê Meclisa Bajarokê Zirganê Ehmed Neimî anî ziman ku 82 gund girêdayî Zirganê ne. 55 gund ji aliyê Meclisa Zirgan ve têne birêvebirin û 27 gund jî hîna dewleta Tirk û komên girêdayî wê tê de ne û di bin serweriya wan de ne.

Her wiha Neimî diyar kir ku hinek gundên Zirganê yên di bin serweriya dewleta Tirk û komên wê de ne ji sedî 50 ziyan dîtine û hinek gund jî mîna gundê Xirbe El Şeîr, Til El Werid û El Rebîat bi temamî wêran bûne. Her wiha anî ziman ku meclisê berpirsyariya koçberên vedigerin gundên xwe rakiriye û wiha got: "Meclis bi aliyên têkildar re dixebite da ku koçber vegerin gundên xwe. Mayin têne rakirin lê hîna jiyana xelkê di xetereyê de ye û herêm ji mayinan nehatiye paqijkirin. Zirgan jî gelek caran hatiye topbarankirin û şer lê çêbûye. Niha jî Zirgan ji sedî 60 wêran bûye."

Neimî diyar kir ku meclis ji Zirganê heyanî gundên wê hewl dide pirsgirêkên elektrîkê çareser bike û got: "Derfetên me yên çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzariyê gelekî kêm in, bi taybet di sektora tendirustiyê de zehmetiyan dibînin û navendên wan ên tenduristiyê nîn in."

Ji bo gundên di bin serweriya dewleta Tirk û komên wê de got koçber nikarin vegerin gundên xwe, ji ber ku ewlehî û aramî li wan gundan nîn e.

(np)

ANHA