‘Rewşa siyasî ya Tirkiyeyê li pêşiya mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan dibe asteng’

Şîrovekarê siyasî yê iraqî Eseed El Ebadî diyar kir ku qanûnên Tirkiyê li gorî qanûnên navneteweyî nehatine sererastkirin û rewşa siyasî û ewlehî ya Tirkiyeyê bandorê li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan dike.

‘Rewşa siyasî ya Tirkiyeyê li pêşiya mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan dibe asteng’
8 gulan, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Eseed El Ebadî got girtina Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê ne qanûnî ye lê di encama destwerdanên tevlîhev ên nirxandên siyasî, ewlehî û qanûnî yên hundir û derveyî Tirkiyê mafê hêviyê nadin Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Em dikarin dosyayê ji gelek aliyan ve binirxînin, yekemîn ji aliyê rewşa ewlehî û siyasî ya Tirkiyê ve em dikarin bibêjin ku hîna dewleta Tirk dibîne ku bandora Rêber Abudullah Ocalan li Ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gelekî mezin e, eger destûr bidin ku çûyîn û hatin li gel Ocalan zêde bibe, dibe ku rol û misyona wî aliyê rêxistinî û siyasî ve hîn zêdetir bibe. Bi taybet ev yek dê bandorê li ser pêvajo û muzakerayan bike.

Duyemîn jî doz û dosya Kurdan ji aliyê siyasî ve li Tirkiyê gelekî hesas e. Doza gelê Kurd li Tirkiyê ne tenê dozeke hiqûqî ye. Tirkiyê doza Kurdî bi yekitiya dewletê û nasnameya neteweyî ya Tirkiyê ve dide girêdan. Eger ji bo mafê hêviyê yê Ocalan gav werin avêtin, dibe ku hinek hêzên siyasî yên li Tirkiyê van gavan weke tawîzdayînê binirxînin. Ji ber vê yekê hikûmet baldar nêz dibe, bi taybet di pêvajoyên hilbijartinan de.

Sêyemîn jî sala 2013-2015`an Abdullah Ocalan xwest dest bi pêvajoya aştiyê bike lê belê dîsa şer dijwar bû û dewleta Tirk weke polîtîka, tecrîda li ser Ocalan giran kir û bawerî di navbera her du aliyan de nema.

Çaremîn jî qanûnê mafê hêviyê hîna li Tirkiyeyê ne derbasdar e, ji ber ku Tirkiyê qanûnên xwe li gorî qanûnên navneteweyî sererast nekiriye. Her wiha rayedarên Tirkiyê rewşa Ocalan taybet dibînin û bi ewlehiya Tirkiyeyê ve didin girêdan.

El Ebadî têkildarî mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan wiha got: Dosya Ocalan ji rewşa herêmê û ya navneteweyî ne qute û pêve girêdayî ye. Guhertineke biçûk di rewşa Ocalan de dibe ku herêmî nîşaneyeke siyasî were nirxandin û bandorê li ser rewşa Tirkiyeyê bike.

Ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî El Ebadî wiha got: Eger meydanî guhertin çênebin, tenê însiyatîfa siyasî têrê nake. Ji ber pêvajoyên berê gelek hewldanên Ocalan ên aştiyê çêbûn û negihaşte encamê.

Şîrovekarê siyasî Eseed El Ebadî dawî li gotinên xwe anî û got: Mafê hêviyê her tim weke dozeke qanûnî û mirovî dê di rojevê de be, lê rewşa siyasî û ewlehiyê ya Tirkiyeyê dibe asteng ku ev qanûn jiyanî bibe.

(np)

ANHA