‘Bi hebûna YPJ`ê re îrade û deskeftiyên jinan têne parastin’

Seroka Desteya Rêveber a Şebekeya Rêveberiyên Aştiyê Stêr Qasim got pêdiviya jinên Sûriyeyê bi hêza xwe leşkerî YPJ`ê heye da ku îrade û deskeftiyên xwe biparêzin.

‘Bi hebûna YPJ`ê re îrade û deskeftiyên jinan têne parastin’
8 gulan, 2026   03:20
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM

Seroka Desteya Rêveber a Şebekeya Rêveberiyên Aştiyê Stêr Qasim li ser rolê YPJ`ê di pêvajoyê heyî û siberojê de, ji ajansa me re axivî.

Stêr Qasim di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û wiha got: "YPJ ne ji bo demekê hate avakirin, lê ji bo jin cihê xwe di hemû qadên siyasî, çandî û aborî de bigirin, hat sazkirin. Li ser pêdiviyên jinan YPJ hate avakirin. Şervan û fermandarên YPJ`ê li hemberî hêzên êrişî herêmên me kir, tev li şer bûn û şer bi rê ve bir. Ji bo azadiya jinan û civakê canê xwe feda kirin. Mijara girîng ew e ku YPJ parastina jinan û deskeftiyên wan dike."

Stêr Qasim anî ziman ku tecrubeya YPJ`ê ji bo jinan û Rojhilata Navîn tecrubeyeke bêhempa ye. Her wiha diyar kir ku li Sûriyeyê ji aliyê siyasî û leşkerî ve paşguhkirina YPJ`ê tê wateya paşguhkirina têkoşîna jinên Sûriyeyê û wiha got: "Paşguhkirina YPJ`ê ji aliyê siyasî û leşkerî ve tê wateya paşguhkirina tevahî nirxên jinên Kurd, Ereb, Suryan û hemû jinên pêkhateyên Sûriyeyê. Ev yek dê bandoreke neyînî li ser têkoşîna jinan li Sûriyeyê bike. Eger hêza leşkerî nebe, deskeftiyên jinan nayên parastin. YPJ hêza parastina deskeftiyên jinên Rojava ye. Paşguhkirina YPJ`ê dê bibe sedem ku hebûna jinan li hemû qadên têkoşînê lewaz bibe.

Ji bo girîngiya hebûna YPJ`ê li Sûriyeyê jî wiha got: "Piştî ku YPJ hate avakirin, bandoreke erînî û mezin li jinên Sûriyeyê kir. Jinên Sûriyeyê ji vê tecrûbeyê hêz girtin û têkoşîna xwe xurt kirin. Dîtin ku bi hebûna hêzên parastina jinan re dikarin hîn zêdetir têbikoşin. YPJ dikare bibe hêzeke sereke ya parastina Sûriyeyê. Piştî hatina hikûmeta demkî ya Sûriyeyê jin gelekî zêde têne paşguhkirin. Hewl didin ku jinan ji qada siyasî û leşkerî dûrbixin. Ev yek dê neyînî bandor li ser tevgerên jin bike. Jinên Sûriyeyê dîrokeke wan a kevnar heye û YPJ berhema têkoşîna jinên Sûriyeyê ye."

Stêr Qasim têkildarî misogerkirina mafên jinan li Sûriyeyê wiha got: "Divê jin cihê xwe di nivîsandina destûra Sûriyeyê de bigirin. Di destûrê Sûriyeyê de mafên jin ji hemû aliyan ve werin dayîn. Ji ber jin herî zêde bûn qurbaniyên şer, li qada siyasî, leşkerî û ji hemû aliyan ve berpirsyartî rakir û niha ji bo aştî û aramî li Sûriyeyê çêbe, tê dikoşin.”

Seroka Desteya Rêveber a Şebekeya Rêveberiyên Aştiyê Stêr Qasim wiha dawî li gotinên xwe anî: "Eger di destûra Sûriyeyê de mafên jinan werin dayîn, dê îrade û deskeftiyên jinan werin parastin. Divê li hemû qadan kotaya ji bo jinan were danîn."

(np)

ANHA