Xelkê Til Marûf bi şaredariyê re hewcendariyên bajarok peyda dike

Xelkê bajarokê Til Marûf bi şaredariyê re hewcedariyên bajarokê xwe weke dabînkirina avê bi rêya enerjiya tavê, ronîkirina kolan û yarîgehê, çandina daran û belavkirina sendoqên çopê, peyda dikin.

Xelkê Til Marûf bi şaredariyê re hewcendariyên bajarok peyda dike
Xelkê Til Marûf bi şaredariyê re hewcendariyên bajarok peyda dike
Xelkê Til Marûf bi şaredariyê re hewcendariyên bajarok peyda dike
Xelkê Til Marûf bi şaredariyê re hewcendariyên bajarok peyda dike
Xelkê Til Marûf bi şaredariyê re hewcendariyên bajarok peyda dike
Xelkê Til Marûf bi şaredariyê re hewcendariyên bajarok peyda dike
Xelkê Til Marûf bi şaredariyê re hewcendariyên bajarok peyda dike
Xelkê Til Marûf bi şaredariyê re hewcendariyên bajarok peyda dike
Xelkê Til Marûf bi şaredariyê re hewcendariyên bajarok peyda dike
3 mijdar, 2025   07:40
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Şêniyên gelek gund û bajarokên bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê bi awayekî komunal bi şaredariyê re xebatên xizmetguzarî, hilberînê, civakî û dabînkirina pêwîstiyan weke kehrebe, av, avakirina malan, paqijkirina çeman, çandina daran, çêkirina yarîgehan dixebitin.

Girêdayî mijarê, şêniyên bajarokê Til Marûf ê gundewarê başûrê Tirbespiyê ji bo peydakirina hewcedariyên bajarokê xwe xwe spartiye xebata komunal. Di vê yekê de xelkê yên li derve bi yên bajarok û şaredariyê re hevkariyê dikin û xizmetguzariyên pêwîst peyda dikin.

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî stasyonên enerjiyê yên li kantona Cizîrê de gelek centralên dayîna enerjiyê hatin wêrankirin. Penaberên bajarok ên li derve bi şêniyên bajarok û şaredariyê re tabloyên enerjiya tavê li ser bîran zêde kirin, ku ji bo tevahî şêniyan were peydakirin.

Piştî serkeftina tecrûbya yekem, şêniyên bajarok di xebatên xwe yên komunal de dewam kir; li yarîgehê, tevahî kolanên bajarok enerjiyên tavê hatin danîn, 175 dar bi hevkariya şaredariya gel hatin çandin û 173 sendoqên çopê, li pêş her malekê ye, hate danîn.

Yek ji endamên Komîna Şehîd Nîdal a bajarokê Til Marûf Wail Ebdulhemîd Hobo got "Xebata wan a komunal bi hewcedariya bajarok bi avê dest pê kir. Bi wê re xelkê bajarok ê li derve komîteyek çêkir, alîkarî kom kir û şand ji bajarok re û komînê jî dest bi xebatê kir. Piştî ev xebat bi ser ket, gelek xebatên din jî hatin kirin."

Li gorî daneyan, bajarokê Til Marûf îro ne tenê bajarokek e, lê nimûneyek zindî a xebata komunal e, dikare ferqekî rastîn di jiyana şêniyan de çêke, û hevkarî vediguhere reftarekî jiyanê. Ev yek ezmûna Rêveberiya Xweser a li ser bingeha xwebawerî û rêxistinkirina civakê nîşan dide.

(fr)

ANHA