Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîdê HREˊyê

Xelkê Reqayê yê beşdarî merasîma sersaxiya şehîdê HREˊyê Ebdurehman El Sofî bûye soza pêkanîna armanca şehîdan heta serketinê da.

Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîdê HREˊyê
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîdê HREˊyê
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîdê HREˊyê
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîdê HREˊyê
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîdê HREˊyê
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîdê HREˊyê
3 sibat, 2024   16:35
REQA

Xelkê Reqayê, endamên Meclisên Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Reqayê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Ciwan û Werzîşê, partiyên siyasî û Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Ebdurehman El Sofî û sersaxî da.

Şervan Dilşêr Serêkaniyê (Ebdurehman El Sofî) tevî şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê; Çîçek Kobanê (Sewsen Berekat), Cûdî Gabar (Cemîl Silêman), Cûdî Reşo (Hemîd Reşo) û Jiyana Efrîn (Roşîn Efrîn) di 30ˊyê Çileyê de şehîd bûn. Wan şervanan li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Basilê yê Efrînê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de çalakî pêk anîn û şehîd bûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê Ehmed El Hemod axivî û wiha got: "Em îro hatin vir ku sersaxiyê bidin malbata şehîd Ebdurehman. Şehîd di oxira parastina welat û xaka xwe de canê xwe da."

El Hemod wiha domand: "Şehîd Ebdurehman rêya şehadetê hilbijart. Ew kurê Serêkaniyê ye û tev li têkoşîna çekdarî bû û li Efrînê şer kir. Em dibînin kurê Efrînê li Dêrazorê jî şer dike. Ev nîşaneya biratiya gelan e ku Rêber Abdullah Ocalan banga wê kiriye. Em soz didin ku rêça şehîd û tevahî şehîdên din heta pêkanîna serketinê bişopînin."

Dûre endamê Meclisa Rêveber Elî El Şieyib axivî û wiha got: "Em sersaxiyê ji vî lehengî re ku canê xwe di oxira gel û xaka xwe daye de didin. Van lehengan di oxira em bi azadî û aştî bijîn canê xwe da."

El Şieyib wiha domand: "Dema dewleta Tirk li hember berxwedana me aciz bû, bi balafirên bêmirov lehengên me bombebaran kirin. Ebdurehman û şehîdên din di oxira em bi azadî û ewle bijîn de canê xwe da."

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Ehmed El Hemod wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(fr)

ANHA