Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan mijara paneleke li Helebê bû

Nivîsgeha Jinan a Saziyên Civaka Sivîl ji bo nîqaşkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna ku ji bo azadiya jinan meşandiye, panelek li dar xist.

3 sibat, 2024   15:51
HELEB

Bi nêzîkbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re ku 15`ê Sibata 1999`an bû, Nivîsgeha Jinan a saziyên civaka sivîl li hola 8`ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê panelek li dar xist. Endam û nûnerên partiyan û saziyên sivîl tev li panelê bûn.

Bi navên Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan parêzer Xalîde Mihemed beşa yekemîn a panelê bi rê ve bir û got: "Hêzên komploger bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, hedefgirtina gelên azadîxwaz, gelê Kurd, tevgera rizgariya Kurdistanê, tevgerên feminist, tevgerên civakî û şoreşgerî, tevgerên lîberal ên demokratîk, sosyalîst, tevgerên ekolojîk û hêzên demokratîk armanc dikin."

Xalîde tecrîd di aliyê qanûnî de şîrove kir û got: "Gelek peyman û biryarên navneteweyî mafên girtiyan diparêzin. Li gorî peymana mafên sivîl û siyasî ya navneteweyî û peymana mafên aborî, civakî û çandî ya navneteweyî, heta di girtîgehê de dema ji azadiya xwe bê par dimînin, mafên girtiyan hene."

Her wiha Xalîde destnîşan kir ku cezayên ku desthilata Tirk li Rêber Abdullah Ocalan dibire, bê bingeh in.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso beşa duyemîn a panelê bi rêve bir û diyar kir ku li hember çewisandina jinan, şikandina vîna wan û paşguhkirina wan, şoreşek li ser bingeha felsefeya jiyanê ya Rêber Abdullah Ocalan pêwîst kir."

Der barê rola jinan a di şoreşan de Eyşe got: "Jinan di tevgera rizgariya Kurdistanê û şoreşa Rojava de, cihê xwe li ser gelek astan girt, ji ber ku şoreşa jinan bingeha serketina şoreşa gelan e. Ji ber wê divê jin xwe bi rêxistin bike, bê perwerde nehêle ji bo ku bikare bi awayekî rasteqîn hêza xwe ya veşartî raber bike."

Piştî bidawîbûna her du beşan, jinan nêrînên xwe der barê mijara panelê de parve kirin. Hevseroka Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Leyla Xalid got: "Dijmin girîngiya projeya Rêber Abdullah Ocalan baş dizane û xetereya wê li ser pergala kapîtalîst fêm kir, ji ber wê bi komployekê ew dîl girt."

Endama Rêxistina Sara Zeyneb Elîko jî got: "Jin di avakriina civakê û birêxistinkirina wê de, roleke mezin dilîze, lê belê di dîrokê de hate paşguhkirin. Rêber Ocalan balkişand ser doza jinan, hewl da mafên wê yên bindest vegerîne. Li ser vê esasê divê jin xwedî li fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derkeve ji bo ku azadiya xwe bi dest bixe."

(şx)

ANHA