Li Şedadê perwerdeya destwerdana lezgîn hat vekirin

Ciwanan û Komîteya Tenduristiyê yên Şedadê perwerdeyeke destwerdana lezgîn li navçeyê vekir. Armanc ji perwerdeyê rêxistinkirina civakê û tedbîrgirtina ji bo rewşên awarte ye.

Li Şedadê perwerdeya destwerdana lezgîn hat vekirin
Li Şedadê perwerdeya destwerdana lezgîn hat vekirin
Li Şedadê perwerdeya destwerdana lezgîn hat vekirin
Li Şedadê perwerdeya destwerdana lezgîn hat vekirin
Li Şedadê perwerdeya destwerdana lezgîn hat vekirin
Li Şedadê perwerdeya destwerdana lezgîn hat vekirin
Li Şedadê perwerdeya destwerdana lezgîn hat vekirin
3 sibat, 2024   16:48
HESEKÊ

Ji bo fêrbûna pîşeyên destwerdana lezgîn û hemşîretî û pêşkêşkirina alîkariyê ji bo birîndaran di rewşên awarte de, ciwanan û Komîteya Tenduristiyê perwerdeya destwerdana lezgîn û hemşîretiyê li navçeya Şedadê vekir. 

25 welatî tev li perwerdeyê bûn. Ew ê di perwerdeyê de semînerên pratîk û teorî bigirin û destwerdana di rewşên şikestin, şewat û herikîna xwînê û lêxistina derziyan fêr bibin.

Girêdayî vê mijarê, endama Komîteya Ciwanan Delal El Mustefa destnîşan kir ku armanc ji perwerdeyê amadekirina welatiyan ji bo pêşkêşkirina alîkariya tenduristî di rewşên awarte de ye û got: "Ev însiyatîf ji ber pêwîstiya civaka me bi zanabûna bijîşkî hatiye pêkanîn da ku li dawiyê em civakeke tendurist û ewle bigihînin."

Çavdêrê perwerdeya hemşîretiyê Xalid El Dexîl got: "Li hember perwerdeyê bertekên erênî hene,  25 kes tev li perwerdeyê bûne. Ji bo kesên ku dixwazin bikevin warê hemşîretî û alîkariya tenduristî perwerdeya pratîk pêwîst e."

Her wiha, Nûr El Elî ya ku tev li perwerdeya hemşîretiyê bûye teqezî bi girîngiya fêrbûna destwerdana lezgîn da û got: "Fêrbûna destwerdana lezgîn di rewşên awarte û di qezayên rojane de dihêle mirov jiyana kesên din xelas bike."

Nûr El Elî bang li hemû şêniyan kir ku tevlî perwerdeyên destwerdana lezgîn bibin û ji bo rewşên awarte tedbîrên xwe bigirin.

(mh)

ANHA