Xelkê Reqa û Tebqa qedexeya derbasbûna konvoya alîkariyan şermezar kir

Xelkê kantonên Tebqa û Reqa siyasetên desthilata Şamê û nehiştina derbasbûna konvoya alîkariyên mirovî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bo perava Sûriyeyê şermezar kirin û bang li rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin ku alîkarî bigihînin peravê.

Xelkê Reqa û Tebqa qedexeya derbasbûna konvoya alîkariyan şermezar kir
16 nîsan, 2025   16:15
TEBQA

Kovoya duyemîn a alîkariyên mirovî ya ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom kiribû, roja pêncşemê (10 Nîsan) ji bajarê Qamişloyê ber bi kantona Tebqayê ve bi rê ketibû. Konvoya alîkariyan ku ji nêzî 14 hezar paketên xwearinê û pêdiviyên tenduristiyê û ard pêk tê. Lê hêzên desthilata Şamê nehişt konvo derbas bibe.

Di çarçoveya bertekên şermezarkirinê yên li dijî van kiryaran de xelkê kantona Tebqa û yê kantona Reqayê daxuyanî dan.

Şêniyên her du kantonan kiryarên desthilata Şamê û nehiştina derbasbûna konvoya alîkariyên mirovî ji perava Sûriyeyê re şermezar kirin û got wê yekê hişt karê mirovî bisekine.

Şêniyan di daxuyanya xwe de diyar kir ku tevî berê bi aliyên têkildarî re hatiye koordînakirin, lê derbasbûna konvoya duyemîn a alîkariyên mirovî ber bi perava Sûriyeyê ve hat qedexekirin û tu sedemên fermî jî nehatin diyarkirin.

Şêniyan bang li rêxistinên mirovî û aliyên têkildarî kir ku di hêsankirina derbasbûna alîkariyan û vekirina koorîdorên mirovî yên ewle de bilîzin ku alîkarî bigihînin mexdûrên perava Sûriyeyê.

(fr)

ANHA

Reqa

Tebqa