Şêniyên kantona Firatê Çarşema Sor pîroz kir

Şêniyên kantona Firatê cejna Çarşema Sor bi şahiyekê pîroz kir.

16 nîsan, 2025   15:55
EYN ÎSA

Êzidî û bi sedan şêniyên bajarê Çelebiyê yê kantona Firatê, nûnerên Meclisa Kantona Firatê, Kongreya Îslama Demokratîk û nûnerên mezheban cejna Çarşema Sor a êzidiyan li gundê Kocimkêt pîroz kir.

Di pîrozbahiyê de hevserokê Meclisa Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa, berdevkê Kongra Îslama Demokratîk Ednan Elawî û nûnerê xiristiyanên li Tebqayê Cerces Îlyas axivîn.

Axêveran Çarşema Sor li êzidiyan pîroz kir û diyar kir ku tevî hemû hewldanên qirkirinê civaka êzidî çand û baweriya xwe parastine.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku peyama hemû olan belavkirina hezkirin û aştiyê ye.

Piştî axaftinan komên hunerê yên ji navendên çand û hunerê yên Kobanê, Sirîn û Çelebiyê hunerên xwe pêşkêş kirin.

(bb)