Projeya qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê heta bi Sêmalkayê ji nû ve dest pê kir

Şîrketa Projeyan a Îskender ji nû ve dest bi xebatên qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê heta bi deriyê Sêmalkayê ya bi dirêjahiya 100 kîlometreyan kir.

Projeya qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê heta bi Sêmalkayê ji nû ve dest pê kir
Projeya qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê heta bi Sêmalkayê ji nû ve dest pê kir
Projeya qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê heta bi Sêmalkayê ji nû ve dest pê kir
Projeya qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê heta bi Sêmalkayê ji nû ve dest pê kir
Projeya qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê heta bi Sêmalkayê ji nû ve dest pê kir
Projeya qîrkirina rêya Qamişlo-Dêrikê heta bi Sêmalkayê ji nû ve dest pê kir
25 hezîran, 2026   06:40
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Şîrketa Projeyan a Îskender, li gorî peymana bi Yekitiya Şaredariyan a Cizîrê re ji 2022ˊyan de îmze kiriye, jinûve dest bi pêkanîna projeya rêya Qamişlo-Dêrikê ya ji Qamişloyê heta bi deriyê sînorî yê Sêmalkayê kir.

Li herêm ev proje ya herî mezin e. Rûbera wê 100 kîlometre û kêmberiya wî 9 metre ye û keviyên rê jî hene. Armanca ji projeyê, başkirina tora rêyan di navbera bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrikê û girêdana wê bi deriyê Sêmalkayê re ye. Li kêleka wan jî ev proje xizmetî zêdetirî 500 gundên li bakur û başûrê rê dikin.

Par, şîrketê qata yekem a qîrê li ser 2 beşên rê temam kir; ya yekem di navbera Qamişlo û Tirbespiyê de bi dirêjahiya 30 kîlometreyan û ya duyem di navbera Dêrik û Girkê Legê de bi dirêjahiya zêdetirî 20 kîlometreyan e. Lê piştre ji ber şert û mercên hewayê û aloziyên ewlehiyê xebat rawestî.

Bi destpêka havînê re, carek din dest bi xebatê bû ku proje were temamkirin. Niha xebatên kolandin û danîna 3 qatên ax û kevirên hûr tên kirin. Piştre jî wê 2 qatên xîz werin reşandin, şerbeta qîrê werin lêkirin. Da ku piştre li ser 3 qonaxan were qîrkirin.

Girêdayî mijarê, Gerînendeyê Şîrketa Projeyan a Îskender Xelîl Elî diyar kir ku şîrket li gorî peymana bi Yekitiya Şaredariyan a Cizîrê re daniye xebata temamkirina rê dike. Elî diyar kir ku proje li gorî plana hatiye danîn, piştî derbaskirina astengiyên berê hatibûn ferzkirin, dewam dike.

Elî diyar kir ku niha xebatên qîrkirina rêya Qamişlo-Tirbespiyê tên kirin. qata yekem ji qîrê hatiye pêkanîn û amadekariyên pêkanîna 2 qatên din jî tên kirin. Di heman demê de xebatên kolandinê li ser rêya Dêrik û Sêmalkayê tên kirin.

Di dewama axaftina xwe de gerînende Elî destnîşan kir ku rê hîna di qonaxa avakirinê de ye; 3 qatên ji ax û bermahiyan bi qalindiya 60 cm û 2 qatên xîzê bi qalndiya 40 cm li rê hatine kirin.

Elî diyar kir ku şîrketê qonaxa destpêkê ya rêya Dêrik-Girkê Legê bi dawî kir û dest bi çêkirina şerîta navîn a rêya di navbera Tirbespiyê û Qamişloyê de kir.

Ji bo hêsankirina gihandina qîrê li cihên xebatê, şîrketê stasyonek taybet bi hilberîna qîrê li gundê Girberî yê Tirbespiyê vekir. Wê piştre di destpêka Tebaxê de dest bi qîrkirinê bike.

(fr)

ANHA