Xelkê Minbicê: Em bazariyê li ser xaka xwe nakin, em ê bi ser bikevin

Xelkê bajarê Minbicê bi meşeke girseyî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Em bazariyê li ser xaka xwe nakin, tu êrişên li dijî gelê me qebûl nakin. Çiqas dagirkerî bi balafirên xwe û bi rêbazên hovane hewl bidin ewlehî û îstîqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin, nikarin berxwedana me bişikînin û em ê li hember bisekinin."

Xelkê Minbicê: Em bazariyê li ser xaka xwe nakin, em ê bi ser bikevin
Xelkê Minbicê: Em bazariyê li ser xaka xwe nakin, em ê bi ser bikevin
Xelkê Minbicê: Em bazariyê li ser xaka xwe nakin, em ê bi ser bikevin
Xelkê Minbicê: Em bazariyê li ser xaka xwe nakin, em ê bi ser bikevin
Xelkê Minbicê: Em bazariyê li ser xaka xwe nakin, em ê bi ser bikevin
Xelkê Minbicê: Em bazariyê li ser xaka xwe nakin, em ê bi ser bikevin
Xelkê Minbicê: Em bazariyê li ser xaka xwe nakin, em ê bi ser bikevin
Xelkê Minbicê: Em bazariyê li ser xaka xwe nakin, em ê bi ser bikevin
Xelkê Minbicê: Em bazariyê li ser xaka xwe nakin, em ê bi ser bikevin
29 cotmeh, 2023   15:56
MINBIC

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û bombebaranên wê li dijî binesazî, cihên stratejîk û hedefgirtina welatiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke girseyî li dar xist.

Di meşê de endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, meclisên sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîrên herêmê, nûnerên ji saziyên civaka sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Jinên Ciwan, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê beşdar bûn û alên Partiya Sûriya Pêşerojê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Meş ji Çerxerêya El Herem a li bakurê bajêr dest pê kir û ber bi nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê ya li nava bajêr ve kete rê.

Li wir berdevkê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Nasir Himêdî axivî û wiha got: "Gelê Minbicê îro li dijî komployên navneteweyî, li dijî dagirkeriyê ku siyasetên wê dûrî mafên mirovan e, serî hildide."

 Himêdî wiha domand: "Ruxmî êrişn hovane û komployên navneteweyî li dijî gelê Sûriyeyê û li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet em bi yekitiya ciwanên Sûriyeyê li dijî van komplo û siyasetên dagirkeriyê disekinin."

Himêdî wiha pê de çû: "Em ciwanên Sûriyeyê ji dagirkeriyê re dibêjin em bazariyê li ser vê xakê nakin, tu êrişên li dijî gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriyeyê bi giştî jî qebûl nakin. Hûn çiqas bi balafirên xwe û bi rêya şaneyên xwe yên veşartî û rê û rêbazên cuda hewl bidin ewlehî û îstîqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin, hûn nikarin berxwedana me bişikînin û em ê li hember siyasetên we li ber xwe bidin."

Di dawiyê de Himêdî wiha got: "Em ciwanên Sûriyeyî piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî QSD′ê dikin. Ji ber ku QSD′ê ji keç û xortên vî gelî ne û li dijî dagirkerî û êrişên wê canê xwe da. Em li ber xwe didin û tu girêbestên navneteweyî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê qebûl nakin. Çareya yekane berxwedana xelkê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê ye."

Meş bi diruşmên ′bijî berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê′ bi dawî bû.

(fr)

ANHA