Li Efrînê revandin û şelandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Raco Mabeta ciwanek û kalmêrek revandin. Çeteyan her wiha dayîna ji serê sedî 35`ê hilberîna zeyta zeytûnan xerac li niştecihên herêmê ferz kir.

Li Efrînê revandin û şelandin
29 cotmeh, 2023   15:51
ŞEHBA

Çavkaniyên ji navçeya Mabeta dan zanîn ku çeteyên ′Polîsên Sivîl′ ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker kalmêrê 70 salî Fexrî Beyrem Xelîl ê ji gundê Heyatê yê heman navçeyê revand, bir cihekî nediyar û li beramberî berdana wî 3 hezar dolar fidye ji malbatê xwest.

Çavkaniyekî din ji navçeya Raco ragihand ku çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ciwanê bi navê Îbrahîm Edwan (21) revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir. Ciwanê hatî revandin ji gundê Birîmce yê girêdayî navçeya Raco ye û li navenda bajarê Efrînê bi cih dibû.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji navçeya Bilbilê dane, çeteyên ′Sultan Murad′ ji bo her dareke zeytûnan 8 dolar, ji bo zeyta zeytûnan jî ji serê sedî 35 xerac ferz kirine.

Çeteyên ′Ehrar El Şam′ jî 500 dolar, 3 hezar lîreya Tirkiyeyê, 2 çiwalên zeytûnan û gelek tenekeyên zeytê ji mala welatiyê bi navê Hecî Elî Mihemed ê ji navçeya Cindirêsê dizîn.

(fr/c)

ANHA