Xelkê Hemayê li dijî biryara hikumeta veguhêz nerazîbûn nîşan da

Xelkê bajarokê Selemiyê yê Hemayê li dijî biryara hikumeta veguhêz a zêdekirina buhayê ceyranê, çalakî li dar xist.

Xelkê Hemayê li dijî biryara hikumeta veguhêz nerazîbûn nîşan da
3 mijdar, 2025   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê bajarokê Selemiyê yê Hemayê li dijî biryara hikumeta veguhêz a bilindkirina buhayê ceyranê çalakiyek li dar xist. 

Girseyeke mezin ku beşdarî çalakiyê bû, pankartên şermezarkirina biryarê vekirin û ji aliyê têkildar xwest biryar were betalkirin.

Hikumeta veguhêz di 31’ê Cotmehê de bi biryarekê buhayê ceyranê zêde kir. Li hemberî vê biryarê bertekên tund hatin nîşandan. Şêniyan di parvekirinên xwe yên di medyaya dîjîtal de biryar şermezar kir û diyar kir ku ev biryar nêzîkatiyên rejîma berê tîne bîra wan.

(bb)