Îsraîlê bome li başûrê Lubnanê barand: 2 kuştî, 7 birîndar

Di êrişên Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê de 2 kes hatin kuştin û 7 kes birîndar bûn.

Îsraîlê bome li başûrê Lubnanê barand: 2 kuştî, 7 birîndar
3 mijdar, 2025   15:56
NAVNDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê rêya Diweyîr a navçeya Nebetiyê ya başûrê welat bomebaran kir, di encamê de kesek hat kuştin û 7 kes birîndar bûn.

Ajansa Neteweyê ya Lubnanê (NNA) jî diyar kir ku di êrişeke din a Îsraîlê de ku li bajarokê Îta Şeeb a başûrê Lubnanê hatiye kirin, kesek hat kuştin.

(bb)