Li ser rêya Henadî ya Laziqiyê şewatek çêbû

Li ser rêya Henadî ya bajarê Lazqiyê şewatek çêbû, agir bi dar û daristanên derdorê ket.

Li ser rêya Henadî ya Laziqiyê şewatek çêbû
3 mijdar, 2025   16:16
LAZIQIYÊ

Li ser rêya herêma Henadî ya bajarê Laziqiyê, ji ber şewata boriyên blastîkî yên li kêlek rê, şewatek derket, bi wê re agir bi dar û daristanên derdorê ket.

Li gorî şahidan, xelkê herêmê lez da vemirandina agir, lê ji ber leza belavbûna şewatê nikarîn agir vemiranda û eger heye ku agir rûberên berfireh bide ber xwe.

Heta niha sedemên derketina şewatê ne diyar in û aliyên eleqedar jî tu daxuyaniyek fermî der barê şewatê yan jî xebatên vemirandinê de heta niha nedane.

(fr)