Xelkê Helebê soz şopandina rêya şehîdan da

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, cenazeyê şehdî Serbest Heleb li Goristana Şehîdan oxir kir. Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyê 2 şehîdan aşkera kir.

13 mijdar, 2023   21:32

Girseya gel cenazeyê şervanê YPG`ê Serbest Heleb (Rifet Elî) yê di qezeyekê de li Helebê 11`ê Mijdarê şehîd bûye, ji nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûd werger û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên du şervanên HPG`ê; şehîd Bihatîn Dêrsim (Leyla Şêxo) ku 23`yê Mijdara 2021`an li herêma Gerzanê yê Çiyayê Kurdistanê û şehîd Bîrhat Çîlo (Îsmaîl Elî) yê li herêma Zapê 27`ê Adara 2023`yan şehîd bûye, aşkera kir.

Dûre ji fermandarên Hêzên Komandos ên YPG`ê Ferhad Kobanê axivî û soz da ku tola tevahî şehîdên azadiyê hilîne û got: “Şehîd Biharîn li şûna xwendina xwe temam bike, xwest bibe şoreşger û serhildêr. Şehîd Bîrhat jî ji bo azadiyê, tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû. Em ê rêya her du şehîdan û şehîdên azadiyê berdewam bikin û armancên wan pêk bînin.”

Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Roşan Mihemed wiha axivî: “Şehîd, jiyana ku em pê dijîn. Kî jiyana azad bixwaze, divê berdêlê bide. Heta ev armanc pêk were, em ê şehîdan bidin. Ji ber ku em xwedî maf in û serkeftinê dê para me be.”

Dayîka şehîd Biharîn Heyat Şêxo jî got: “Keça min, piştî dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan dev ji xwendinê berda û tev li tevgera rizgariyê bû. Ji ber ku ji fikrê wî hez dike û xwest azadiyê bi dest bixe.”

Di dawiyê de endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KCP-D) Zîlan Şêxo wesîqeyên şehadetê yên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Dawiyê girseyê cenazeyê şehîd Serbest Heleb di nav tlîliyên dayîkan de spartin axê.

(şx)

ANHA