Xelkê Dêrazorê xwest agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin

Şêniyên Dêrazorê bi meşekê xwest rewşa Rêber Abdullah Ocalan were zelakirin. Bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê daxuyanî da.

Xelkê Dêrazorê xwest agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin
Xelkê Dêrazorê xwest agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin
Xelkê Dêrazorê xwest agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin
Xelkê Dêrazorê xwest agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin
Xelkê Dêrazorê xwest agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin
Xelkê Dêrazorê xwest agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin
Xelkê Dêrazorê xwest agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin
7 kanûn, 2023   19:08
DÊRAZOR

Şêniyên gundewarê Dêrazorê ji bo agahî ji Rêber Abdullah Ocalan were girtin nemaze piştî erdheja ku li Tirkiyeyê rû da, meşek li dar xist. Meş li çexerêya Eşra Kîlo ya li herêma Seba Kîlo dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Bi yekitiya gelan em  ê li hemberî Tirkiye ya faşîst rabin û Rêber Abdullah Ocalan azad bikin′′ û "Azdiya Rêber Ocalan mîsogeriya aştiya Rojhilata Navîn e" hatin vekirin û bê navber dirûmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Meş li deriyê ketina Dêrazorê veguherî mîtîngê. Li vir cîgira hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Şehnaz El Hefel daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rejîma Tirk xeta xwe ya dijminahî û binpêkirina tevahî peymanên navneteweyî didomîne û hate gotin: "Rejîma Tirk tevahî cûreyên dijminahî wekî leşkerî, aborî, dirûnî û fikrî bi kar tîne da ku îradeya gel têk bibe.  Her wiha bi girtina yek ji sembolên fikr û ronesansa navneteweyî Rêber Abdullah Ocalan û bêparhiştina wî ji mafên wî yên her biçûk ên di qanûnên navneteweyî de hatine rewa ne, hewlanên asîmîlekirinê dike."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Ji vî cihî û bi navê hemû dengên azadîxwazan em bang li aliyên têkildarî, di serî de saziyên Neteweyên Yekbûyî dikin ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî bi cih bînin, zextê li rejîma Tirk  bikin bila azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne."

Bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê daxuyaniyek da. Daxuyanî li qada avahiya Yekitiya Werzîşê ya herêma Seba Kîlo bi bamadebûna nûnerên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê ve hat dayîn. Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê Elî El Ehmed daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de tecrîd, ′cezayê dîsîplînê′ û neparvkirina agahiyan li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan hatin şermzarkirin.

Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî hate kirin ku bikevin tevgerê da ku parêzer bikaribin biçin Îmraliyê û rewşa Rêber Abdullah Ocalan bizanbin.

Ciwanan di dawiyê de gotin dê têkoşînê berdewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û gotin: "Em ramanên wî belav bikin, Rêber Abdullah Ocalan ronahiya gelan e, em ê bi ramanê wî tê bikoşin ta siyaset û planên mêtîngiyê têk bibin."

(bb)

ANHA