Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişan li qadan in

Şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saziyên civaka Sivîl êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar kirin û diyar kirin ku êriş, li dijî pêşketinên siyasî yên li herêmê ne.

24 kanûn, 2023   16:24
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker duh gelek navendên stratejîk û xizmetguzariyê yên kantona Cizîrê topbaran kirin. Di encamê de stasyona Ewde û stasyonek li gundê Banê Şikeftê yê herêma Koçerat a Dêrikê ji xizmetê derketin. 

Li hember van êrişên, şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan.

Li bajarê Dêrikê li pêşiya stasyona hatiye topbarankirin, hevserokê Şaredariya Koçerat Lewand Qasim daxuyanî da. Di Daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî hate şermezarkirin û hate gotin, armanca êrişan têkbirina vîna gelên herêmê û koçberkirina wan e.

Di heman çarçoveyê de saziyên navçeya Çilaxa li pêşiya navenda kehrebeyê ya li navçeyê daxuyaniyekek hevbeş dan. Hevserokê Nivîsgeha PYD`yê şaxê navçeyê Ebdulselam Ebas daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk piştî lidarketina kongreya 4`emîn a MSD`ê û ji bo derxistina tevliheviyê û gel neçarî koçberiyê bide, êriş herêmê dike.

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina van êrişan ji pêşiya navenda Kongra Star dest bi meşê kirin. Meş li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de hevserokê PYD`yê şaxê Tirbespiyê Ebdurehîm Hiso axivî û soza berdewamkirina berxwedanê li hember êrişan da.

Endamê saziya olî ya Tirbespiyê Hogir Hesen jî, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Bi nave şêniyên navçeyê, endama Kongra Star Xaliye Ehmed daxuyaniyek da û teqezî bi hevgirtina pêkhateyan li hember êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker, kir.

Li kantona Reqayê jî, rêxistinên civaka sivîl daxuyaniyek da ku hevseroka rêxistinan Rûdîn Mistefa xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk hedefgirtina herêmê bi armanca têkbirina tevna wê ya nîştimanî, ji xwe re rewşa kiriye û li hember wê, xelkê herêmê dê deskteftiyên şehîdan biparêzin.

Li Helebê jî Meclisa Malbatên Şehîdan û Mala Êzidî 2 daxuyaniyên cuda dan.

Di her du daxuyaniyan de êrişên li dijî herêmê bi êrişên qirkirinê û hewldana têkbirina destkeftiyan û hevpeymana civakî ya nû hatin binavkirin, her wiha hate destnîşankirin ku ji bo têkbirina van êrişan divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Li Şehbayê jî endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Welo û Dîcle Mamo daxuyaniya meclisê li gundê Til Qirahê xwend.

Di daxuhaniyê de hate gotin: "Bi van êrişan kesek nikare vîna gelê me bişikîne."

(şx)

ANHA