Rêveberiya Xweser: Bandorên êrişên Tirkiyeyê ne tenê li ser herêmên me ne

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku bandorên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dawîn ne tenê li ser herêmê ne, lê belê li ser tevahî herêmê ye, ew beşeke mezin a qirkirinên li dijî gel û tevahî gelên herêmên Sûriyeyê ye û li dijî têkoşîna têkbirina terorê atengî ye û krîzê di tevahî aliyan de mezin dike.

Rêveberiya Xweser: Bandorên êrişên Tirkiyeyê ne tenê li ser herêmên me ne
24 kanûn, 2023   16:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dawîn de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin gef û êrişên dewleta Tirk ên li pey hev bê bersiv û bertek dimînin. Dewleta Tirk li dijî herêmên rêzeqirkirina pêk tîne û daxwaza wê xeleka dagirkeriya xwe fireh bike. Duh dewleta Tirk a dadgirker gelek nuqteyên petrolê, avahiyên stratejîk û xizmetguzarî li herêmên Tirbespiyê û Dêrikê hedef girtin.

Rêveberiya Xweseriya demokratîk di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev êriş û hedefgirtin temamkirina êrişên li dijî herêmê yên salên borî ye û armanc jî bêîstîqrar û aloziyê çêke, ji wê zêdetir jî bi rêya êrişên xwe destekê dide terorîstan da ku ev kom xwe bi rêxistin bikin û êrişan pêk bînin, di serî de rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst.

Her wiha di berdewama daxuyaniya rêveberiyê de hate xuyakirin ku di demekê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk van êrişên ku êşên mirovahî û aborî zêde dikin red dikin, rêveberî piştrast dike ku bandorên neyênî yên van êrişan ne tenê li ser van herêman ne, lê belê li dijî tevahî herêmê ye û beşek ji rêzeqirkirinên li dijî vî gelî û tevahî gelên Sûriyeyê ye, li kêlek wê jî hewldanên têkoşîna li dijî terorê asteng dikin û krîza di tevahî aliyan de kûrtir dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li hêzên li ser pêkanîna îstîqrarê baldar û hişyar in, her wiha tevahî aliyên li dijî DAIŞ′ê tê dikoşin kir ku helwestekê li dijî van êrişên nerewa yên dewleta Tirk a dagirker nîşan bidin, her wiha bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bi erkên xwe rabin.

(fr)