Greva birçîbûnê li kantona Cizîrê berdewam dike

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê çalakiya gireva birçîbunê devirgirtin û banga mezinkiirna têkoşînê li hember desthilata dewleta Tirk kirin.

24 kanûn, 2023   15:30
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê, endamên sazî, meclis, nûnerên partiyan tev li greva birçîbûnê bûn ku di çarçoveya pêngava Însiyatîfa Gel a Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azad û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de hatiye lidarxistin. 

Konê çalakiyê li qada Jina Azad hatiye vedan. Beriya çalakiyê, endama Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Îlîza Hiso daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku saziyên civaka sivîl û rêxistinên jinan ên navçeya Dirbêsiyê dê çalakiyên xwe di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de berdewam bikin.

Dûre di çalakiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê Foza Yusif axivî û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî wê û girtiyên siyasî şermezar kirin.

Foza wiha domand: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê bi armanca bêdengkirina Kurdan, bi bin ketin. JI bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê têkoşînê mezin bikin."

Her wiha endama Rêveberiya Kongra Star Fatme Keleş axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk piştî çalakiyên şoreşgerî yê li çiyayên Kurdistanê êriş navendên stratejîk ên Cizîrê û Minbicê kirin.

Fatme bang li xelkê herêmê kir ku li hember êrişan li qadên berxwedanê bin.

Dûre bi nave Însiyatîfa Gel a navçeya Dirbêsiyê hevserokê Meclisa navçeyê Numan Erebo diyar kir ku dewleta Tirk ji dehan salan ve hewl dide çanda gelê Kurd têk bibe û bi tecrîdê wan hewldanan berdewam dike, lê belê bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ew hewldan têk çûn.

Li gor Komîteya Amadekar çalakiya konvedanê wê du rojan berdewam bike.

Beriya wê jî di heman çarçoveyê de xelkê bajar û navçeyên kantona Cizîrê çalakiyên greva birçîbûnê li dar xistin.

(şx)

ANHA